DESTPÊKEK BO SERHILDANA MÊJÛYA EDEBÊ ZAROKA-Ewropî – Ereb – Kurdî
An Introduction to the Children's literature revolution - European - Arab - Kurdish
Prepared by the researcher : PARTIMAN HIKMAT ALI ZADA – Mamoste – koleja wêje – zanîngeha Duhokê
Democratic Arab Center
International Journal of Kurdish Studies : Second issue – July 2023
A Periodical International Journal published by the “Democratic Arab Center” Germany – Berlin
:To download the pdf version of the research papers, please visit the following link
Kurte
Me di vê Xebatê de hewl daye ku em çend xebatên edebî li Evropa, Cîhana Erebî û Kurdistanê li ser edeb û rewşenbîriya zarokan rave û şîrovebikin. Di heman wext de jî, me bal kişandiye li ser wê yekê ku girînge em gupêdan û girîngiyeka zor bi edeb û rewşenbîriya zarokan bidin û gereke bihête dan, çunkî ya aşkira ye ku zarokê evro, zilamê sibehî ye, anku ew şengistên paşerojê ne. Di heman kaat de, çunkî ev çende astê zanistî yê zarokan berev pêş dibet û hez û arezûya xwendinê li def wan berz diket. Li ser vê rêçike, me hewl da ye ku sûdê ji xebatên edebî li Evropa, Cîhana Erebî û Kurdistanê bigirn û polîn bikin. Ji bo vê armancê me berê. Ev xebata me ji du beşan pêk tê. Di beşa ewil da me mêjûya edebe zarokan daye û bi taybetî li welatên Ewrûpa û li nav welatên „Ereban. Di beşa duyem de jî me mêjûya edebê zarokan li def miletê Kurd daye û her wisa wek mînak em li ser kovarên Sivore û Kepir hûr bûyîne.
مقدمة عن ثورة أدب الأطفال “في الأدب الأوروبي – العربي – الكردي”
ملخص :
حاولنا في هذا البحث أن نشرح بعض الأعمال الأدبية عن أدب الأطفال في أوروبا والعالم العربي وكردستان، من خلال التركيز على أهمية منح المزيد من الاهتمام إلى مسائل لأخلاق والتعليم والثقافة وتربية الأطفال، لأن طفل اليوم هو أمل الغد، ما يحتم بضرورة رفع المستوى التعليمي والعلمي للأطفال، وأهمية رفع رغبتهم وحبهم للدراسة. هذه الورقة تسلط الضوء على بدء نشوء أدب الأطفال في أوروبا والعالم العربي وكردستان. يتكون هذا العمل من جزأين. في الجزء الأول تعرضنا إلى نشوء أدب الأطفال ولاسيما في الدول الأوروبية والعربية”. في الجزء الثاني، عرضنا أنموذجين عن أدب الأطفال في الأدب الكوردي، من خلال مجلتي سيفور وكَيبر. وفي نهاية الدراسة استخلصنا نتائج أبرزها دور القصة في تغيير توجهات الطفل أمام بعض الحقائق الواقعية. وكذلك أهمية دور الإعلام في تنمية الحركة الأدبية والفكرية للأطفال والترويج لها.
Abstract
In this research, we tried to explain some literary works on children’s literature in Europe, the Arab world, and Kurdistan, by focusing on the importance of giving more attention to issues of ethics, education, culture, and raising children, because today’s child is the hope of tomorrow, which necessitates the need to raise the educational and scientific level of children. And the importance of raising their desire and love for study. This paper sheds light on the emergence of children’s literature in Europe, the Arab world, and Kurdistan. This work consists of two parts. In the first part, we discussed the emergence of children’s literature, especially in European and Arab countries. In the second part, we presented two models of children’s literature in Kurdish literature, through the magazines Cifor and Keber. At the end of the study, we drew conclusions, most notably the role of the story in changing the child’s attitudes in front of some real facts. As well as the importance of the media’s role in developing and promoting children’s literary and intellectual movement.
PÊŞGOTIN
Edeb bi şêweyekî giştî rengvedana barê jiyana civakî ye ji hemî aliyên ayînî, aborî, civakî, siyasî, jîrî, derûnî û rewşenbîrî ve. Edebê zarokan jî ji rengvedana civakî û dewrûberên wî pêk dihêt li ser hest û soz û helçûnên wî. Evca edebê zarokan çendîn qonax bi xwe ve dîtine ta gehiştiye qonaxeka pêgehiştî û pêşkeftî, wate her tiştek ji sadeyê destpêdiket û bere bere berev qonaxên pêşkeftîtir diçît .
Guman têda nîne ku edeb di xweyatiya xwe da ji gelek hêmanan pêk dihêt yek ji wan jî edebê zarokan e. Ev edeb jî yê arastekirî ye bo çîneka destinîşankirî ji mirovan bo, anku ji bo zarokan ku her qonaxeke ji jiyê zarokî dest pê diket ta ku mezin dibin. Çunkî ew nalîn û awazên dengê dayika zarokî baştirîn belge ye bo vê çendê. Vêca bi her rêkekê sirûd, hozan, çîrok, babetên curbicur dihêne wergirtin û kartêkirina wan dimînite li ser zarokî heta ku mezin dibît. Ev çende jî dê bîte egerê hindê ku kesayetiyeka xwedan şiyan li def zarokî peyda bibît. Herwesa pêdivî ye girîngiyeka zor bi edeb û rewşenbîriya zarokan bihête dan, çunkî ya aşkira ye ku zarokê evro, zilamê sibehî ye, anku ew şengistên paşerojê ne. Gelek ji zanayan diyar kiriye ku zarokîniya wan kartêkirineke mezin li ser rewşenbîriya wan kiriye, lewra ya fer e girîngî bi edeb û rewşenbîriya zarokan bihête dan, çunkî ev çende astê zanistî yê zarokan berev pêş dibet û hez û arezûya xwendinê li def wan berz diket.
Ev xebata me ji du beşan pêk tê. Di beşa ewil da me mêjûya edebe zarokan daye û bi taybetî li welatên Ewrûpa û li nav welatên „Ereban. Di beşa duyem de jî me mêjûya edebê zarokan li def miletê Kurd daye û her wisa wek mînak em li ser kovarên Sivore û Kepir hûr bûyîne.
BEŞA YEKEM
1.1. Destpêkek bo Serhildana Mêjûya Edebê Zarokan
Edebê zaroka bi dirêjahiya mêjûyê cihê xwe di nav edebê giştî da dîtiye, çunkî her ji mêje were dapîr û bapîran çîrokên aşopî bo zarokan digotin û wan jî guhdarîyeka baş bo dikir, çunkî her ew bûn qehremanên van çîrokan.1
Dîsan dema edeb bi şêweyekê giştî belav bûyî û taybet bi mezinan ve nemayî hindek nivîseran hewildan kirin ku hindek çîrokan kom biken ku taybet bin bi zarokan ve daku zarok pêve bihêne girêdan û xweşiyekê ji xwendina wan bibînin. Heta sedê bîstê çi berhemên edebî yên ku bi şêweyekî zanistî weku edebê zarokan bihêne hejimartin peyda nebûn. Herçend hindek nivîseran pêngavên baş di vî warî da havêtibin û mêjûnivîsan şiyanên wan li ber çav wergirtibin, navên wan weku nivîserên edebê zarokan hatîne tomarkirin.2
Herçend zorbeya şaristaniyetên pêşî girîngî bi tomarkirina edebê zarokan nedaye û ew çenda gehiştiye me di vî biyavî da zor ya kêm e û ji wan şaristaniyetan şaristaniyeta Mêrî yên pêşî bûye ku jiyana zarokan û edebê zarokan tomar kiriye bi rêka wêne û nexşên li ser hindek dîwarên telar û peristgehên xwe.3
Herwesa li ser demê Îslamê jî weku diyar Qu‟rana Pîroz girîngiyeka zor bi çîrokê daye ku weku rêkek ji rêkên belavkirina ayînê Îslamê, Xwedayê mezin di Qur‟ana pîroz da ev çend bi vî rengî diyar kiriye, dema dibêjin: “Ji bo wan vê çîrokê (qiseyê) vebêje, belkî li ser bifikirin.”4 Her çende bêguman zarokan jî li gel mezinan guhdarîyeka baş bo van çîrokan dikir, weku çîrokên pêxemberan, yan çîroka şeva Hizar û Şevekê. Belê weku diyar ev cure edebe li ser demê Îslamê jî nehatiye tomarkirin weku edebekê serbixwe û taybet bi zarokan ve.5
Herwesa şaristaniya Hindî yên pêşî jî ji layê xwe ve girîngî bi vî curê edebî daye û çîrokên Albanca Tintra zor ber belav bûyîne û hatîne wergêran bo ser çendîn
1 Miftâh Muhammed Deyab, Muqaddimetûn fî Sekâfetî ve Edebi’l-Etfâl, ç.1, Dârû’n-Neşr, Misir 1995, r.17.
2 Hâdî Nu‘mân el-Heytî, Sekâfetü’l-Etfâl, Felsefeten, Fûnûneten, Vesâiteten, Silsiletû Âlemi’l-
Ma‘rife, el-Meclisû’l-Vatanî Li’s-Sekâfeti ve’l-Fûnûnî ve’l-Edebi, Matba‘atü’r-Riyâse/Kuveyt, Adâr 1988, r.158.
3 Miftâh Muhammed Deyab, hc.
4 Qur’ana Kerîm, Sûreyê el-Araf, Ayeta 176.
5 Miftâh Muhammed Deyab, Muqaddimetûn fî Sekâfetî ve Edebi’l-Etfâl, rr.18-19.
zimanan.6 Belê her dîsan weku seretayek bo edebê zarokan ne hatiye tomarkirin û çespandin heta ku li destpêka sedeya bîstê edebê zarokan bi şêweyekî zanistî cihê xwe girtî û berbelav bûyî. Evca vî edebî nasnameya xwe ya rewşenbîrî wergirt û hebûna wî rewaca xwe dît weku cureyek ji curên edebê giştî û bûye yek ji şêwazên dahênanê, lewra ev sedeye bi sedeya belavbûna berifreh ya edebê zarokan hatiye hejimartin.7
Ev xalên li xwarê wek girîngtirîn eger û palderên pêşveçûn û belavbûna edebê zarokan dihêne hejimartin li despêka sedeya bîstê:
- Guherîna awayê nêrînê bo zarokî: Êdî zarok weku zilamekî bûçik nehate hijimartin da ku ew curê edebî bo bihête pêşkêşkirin weku bo mezinan dihate pêkêşkirin. zarok weku kesekî serbixwe hate hejimartin ku ew jî hez û viyan û hestê xwe yê taybet heye û pêdivî ye serederyekecuda di gel da bihête
- Zêdebûna hejimara pirtûkxanan: Di sedeya bîstê da hejimara pirtûkxana zor bûye piştî hejimara pirtûkxanan zor bûye û hemî curên pirtûkan di nav van pirtûkxanan da zêde bûyîne û pirtûkên taybet bi zarokan ve cihê xwe di nav van pirtûkxanan da kirîye.
- Zêdebûna çapxaneyên taybet û giştî : Piştî pêdivîya xelkî bo pirtûkan zor bûyî û hejimara pirtûkxanan berev zêdebûnê çûyî, êdî çapxane jî zêde bûn û van çapxanan rolekî berçav û girîng gêra û dîsan çapxanên taybet bi pirtûkên zarokan hatine damezrandin û ev çabxanên taybet bûne egerê peydabûna sernivêser û taybetmendiyên edebê
- Pêşkeftina şêweyê pirtûkan û berifrehbûna naveroka wan: Dirustbûna destekên taybet bi edebê zarokan ve li nav çapxana bûye eger berev pêşveçûna şêwe û naveroka pirtûkên zarokan da ku li gel hez û viyanên wan biguncîn.
- Girîngîdana dewlet û desteyên fermî bi rewşenbîriya zarokan: Girîngitrîn rûdan li sedeya bîstê di warê edebê zarokan da hatiye pêş ew bûye ku dîtin û temaşekirina komelgehê bo zarokî hatiye guherîn û zarok weku stûnek ji şengistê paşerojê hatiye hejimartin û dewlet û dam û dezgehên fermî beşek ji bûdceya xwe terxan kir bo girîngîdan bi zarokan, nexasme ji layê rewşenbîrkirina zarokan 8
6 Hâdî Nu‘mân el-Heytî, Sekâfetü’l-Etfâl, r.159.
7 Hâdî Nu‘mân el-Heytî û Axrûn, Adab el Etfal, el Tab’etul Xamset, Metbe’et el Sufî, Bexda, 1997, r.10
8 Hâdî Nu‘mân el-Heytî û Axrûn, Adab el Etfal, r.10.
1.2. Geşekirin û Serhildana Edebî û Rojnamevaniya Zarokan
a. Li Ewrûpa û Rojava:
Li rojava zor girîngî bi edebê zarokan hatiye dan û berî dahênana çapxanê bi çendîn sedeyan, zorbeya pirtûkên zarokan hatibûne amadekirin bi merema fêrbûnê û ji layê zanayên ayînî yên kenîsê ve hatibûne nivîsîn bo binemalên mezin û zengînan. Zorbeya wan bi zimanê latînî bûn. Yekem pirtûka li ser edebê zarokan li sala 1487 zayînî ji layê nivîserê frensî Jean Du Pre ve li jêr navê Les Contenances de la Table hatiye nivîsîn. Ev pirtûk zor berbelav bû û ji hejimareka hozanên kurt ya pêkhatî bû. Hindek dane ji vê pirtûkê heta niha jî mayîne parastî.9
Li sala 1696 an edebê zarokan qonaxeka baş derbas kir. Piştî bo yekem car hatiye tomarkirin li rojava demê hozanvanê frensî Charles Birolini li sala 1697 an heşt çîrokên aşopî bo zarokan jêr navê Çîrokên Werdeka Dayik nivîsîn. Wê pirtûkê hijimareka çîrokên baş bi xwe ve girtibûn wek Cîwana Nivistî, Rîhên Şîn, Sîndirîla. Birolînî bi vê çendê edebê zarokan li rojava da dest pê kirin. Nivîserên dî yên Ewrûpî li ser rêbaza wî çûn û hejimareka pirtûkan bo zarokan bi navê edebê zarokan hatine nivîsîn.10
Çîrok nivîsê îtalî Giovanni Bocaccio (1313-1375) hejimareka çîrokan bi navê Decameron nivîsîne û ev çîrok di kurt bûn û bi hindek peyvên kêm amajê didane rûdanan û ji nîşkekê ve bi dumahîk dihên. Herwesa şêwekar û peykersazê îtalî yê berniyas Leonardo da Vîncî hijimareka çîrokan li ser zimanê giyanewer û dar û barî nivîsîne, lê hijimareka zor ji van çîroka berze bûyîne û nehatîne tomarkirin ji berku zor beya çîrokên wî di nav texa mezinan da belav bûyîne, lewma hindek ji nivîseran van çîrokan naxine li nav xaneya edebê zaroka.11
Her bo nimûne yekemîn rojnameya zarokan di navbera salên 1747- 1791ê li Frensa derkeftibû, danerê wê navê xwe diyar nekiriye û navekê destkird (Hevalê Zarokan) bo xwe dana bû. Her ev nav bo rojnama xwe jî dana bû, pêçewaney Jean Jacques Rousseau bû. Kesên ku rijdî li ser perwerde û azadiya siruştî dikir, kêşên wî gelek bi sanahî û sivik bûn bo têgehiştinê, bi rêka rojnama xwe şiyaye hindek çîrokan wergêrît bi çend zimanên curbicur bo zarokên frensî. Wî şiyaye boşayîyekê di edebê
9 Miftâh Muhammed Deyab, Muqaddimetûn fî Sekâfetî ve Edebi’l-Etfâl, r.19.
10 Alî el-Hadîdî, Fî Edebi’l-Etfâl, Mektebetü’l-Encûl el-Mısriyye, Kâhire 1976.
11 Hâdî Nu‘mân el-Heytî, Sekâfetü’l-Etfâl, r.11-12.
zarokan da biket, hezên zarokî têr biket bi xwendina çîrokên keyf û xweşî, edebî, zanistî, perwerdeyî, hwd. Ev rojname bibû paldarek bo nivîsîna zarokan.12
b. Bizava Edeb û Rojnamevaniya Zarokan li nav Welatên ‘Erebî:
Li welatên ‘erebî edebê zaroka heta salên 30î ji sedeya bîstê bi şêweyekê durist belav nebûye û nehatiye hejimartin weku curek ji curên edebî. Dema berhema herdu nivîseran Muhamed al-Hrawî û Kamil Gîlan keftîne ber destê xwêndevanan, êdî edbeê zarokan li def „ereban berbelav bû. Lewra bê guman her hewildanek bo diyarkirina mêjûyê edebê zarokan li nîştimanê ‘erebî ser nagirît eger amaje bi rolêhozanvanên wekî Muhamed al-Hrawî, Kamil Gîlan û Ahmed Şewqî nehête kirin. Wan bi sedan hozanên taybet bi zarokan ve nivîsîn; mêjûnivîs van hozanvanan weku damezrênerên edebê zaroka li nîştimanên ‘erebî dihejmêrin.13
Yekem nivîserê ku pirtûkên zaroka li nîştimanê ‘erebî nivîsî Rifae al-Gihgawî bû. Dama wî dîtî ku li Ewrûpa zarokan hemî curên pirtûkên taybet bi xwe ve hene, ew jî rabû bi wergêrana pirtûkeka ingilîzî bo ser zimanê ‘erebî ku ji hejimareka çîrokan pêkhatî bû û navê wê „Elqe al-Ebax bûye û piştî Rifae al-Gihgawî bûye wezîrê xwendinê li welatê Misrî, girîngiyeka mezin da nivîsîn û wergêrana pirtûka bo ser zimanê ‘erebî û bi vê çendê jî piştî demeke kêm hejimareka pirtûkên taybet bi zarokan ve keftine ber destê zarokên ‘ereb. Ew pirtûk pêkhatî bûn ji babetên wekî cografya, rewşit, matematîk, endazyarî, çîrokên zarokan û hindek pirtûkên dî.14
Sereray zêdebuna girîngî danê bi edebê zarokan li zorbeya welatên cîhanê, edebê zaroka li nîştimanê ‘erebî geşe nekir û paşve maye û heta sedeya bîstê kesayetiya xwe ya ciyawaz wernegirt ji ber egerên li xwarê:
- Berfrehbûn û serdagirtina dîtin û boçûnên perwerdeyî yên klasîkî yên ku zarokî wekî zilamekê bûçîk dihejmêrin û heman serederuya mezinan di gel da
- Komelgeh bi giştî weku komelgeha zilamî bi tinê dihate hejimartin û kesekê dî mafê xwe di vê komelgehê da nebûye û girîngî bi çi tex û çînên dî yên komelgehê nedihate
12 Hâdî Nu‘mân el-Heytî, Sekâfetü’l-Etfâl, r.229.
13 Hâdî Nu‘mân el-Heytî û Axrûn, Adab el Etfal, r.10-11.
14 Miftâh Muhammed Deyab, Muqaddimetûn fî Sekâfetî ve Edebi’l-Etfâl, r.21.
- Wan li welatên ‘erebî weku diyardeka serdemyane girîngî nedan bi rewşenbîrî û ragehandinê û hejimartina vê diyardê weku diyardeka nû di komelgehê 15
Bi şêweyekê giştî her tiştê gehiştiye zarokan li nîştimanê ‘erebî serçaweyê wî vedigerît bo du xalên serekî;
- Bi rêka wergêranê ji hindek zimanêt dî, nexasme zimanên ingilîzî û frensî.
- Asankirin û sanahîkirina hindek çîrokên ‘erebî yên taybet bi folklora ‘ereba 16
Dîsan serhildana yekemîn rojnamevaniya zarokan li welatên ‘erebî dizivirîte bo welatê Misrê. Li sala 1970 yî ji layê Rifae al-Gihgawî bi navê Baxçê Qutabxanan kovarek hat derxistin. Wî bixwe serperiştiya wê dikir û kurê xwe weku sernivîser tayîn kir. Di heyvê da çar caran derket, nêzîkî 350 dane jê hatine belavkirin bo qutabîyên qutabxanan bi tine. Babetên wekî edebî, mêjûyî, cografî, felekî, zanistên ‘ereb, karê pêzanîn û pêkenîn hinek ji babetên vê kovarê bûn. Ev kovar bo mawê 8 salan ya berdewam bû.17
Her li welatê Misrê Mistefa Kamil kovarek li sala 1893 yan derxist, lê bi tinê neh jimare jê hatine belavkirin. Herwesa ev kovareka heyvane bû, armanca wê rewşenbîriya li def zarokî peyda biket û hizrên wan berifreh biket û mêşkê wan bi zanyariyan pir biket.1815 Hâdî Nu‘mân el-Heytî û Axrûn, Adab el Etfal, r.10.
16 Hâdî Nu‘mân el-Heytî û Axrûn, hb., r.104.
17 Miftâh Muhammed Deyab, Muqaddimetûn fî Sekâfetî ve Edebi’l-Etfâl, r.91.
18 Miftâh Muhammed Deyab, hb., r.92
BEŞA DUYEM
2.1. Rewşa Edeb û Peresendina Bizava Rojnamevaniya Zarokan li def Miletê Kurd:
Her li salên çilan da li Kurdistana Rojhilat, li Îranê, bo yekem car di mêjûya edebê zarokan a kurdî da yekemîn kovara taybet bo zarokan ji layê danerên komara Kurdistanê li Mihabadê hate belavkirin. Ew kovara Girr û Gallî Mindallanî Kurd bû, ku yekemîn hijimar li 21 Nîsana 1946 an wek kovareke 15 rûpelî derçû.
Girîngiya vê kovarê di wê çendê da ye ku biştî derkeftna rojnama Kurdistan li Qahîre (1898z), bo mawê (48) salan, wate nêzîkî nîv sedeyî, ev yekemîn kovara taybet ya zarokan bû di zimanê kurdî da. Herçende bi hilsengandina digel evro Girr û Gallî Mindallanî Kurd di çarçove û şêwazekî kovara zarokan nebe jî di vî serdemî da bo yekem car pêngav di vê rêkê da hate avêtin û ew karekî serkeftî bû ji bilî wan babetên milimlanê li ser dihate kirin. Gelek ji van babetên li xwarê bi zimanekê sade hatine belavkirin: mêjû, cografî, danenasîna mezinên kurdan, çîrok û destanên kurd, wergêran, babetên pizîşkî û saxlemî, babetên zanistî û rêzimana kurdî.
Girr û Gallî Mindallanî Kurd seng û bihayê xwe di mêjûya edebê zarokan da hebû, wê hêviya zarokan bi cih îna. Lê belê bi tenê sê hijimar jê derkeftin, li gel dûmahîhatina şemalka Komara Kurdistanê, ev kovar jî bi dûmahî hat.19Di mêjûya nû jî da her digel serhildana yekem rojnama kurdî, zarokan pişka xwe ji girîngîpêdanê wergirt û tişt derbarey wan hatine nivîsîn. Lê belê ji ber barûdoxê nearam ê Kurdistanê û nebûna qewareyekî kurdî yê serbixwe, rojname yan kovarên taybet bi zarokan beramber rojnamegeriya mezinan di dinyaya rojnamegeriya kurdî da ya paşkeftî nebû heta sala 1946 an, li demê damezirandina yekemîn komara kurdî li Mihabadê. Karkerên çapxana Kurdistanê li pişt komeka kovar û rojnamên siyasî û edebî yên hemereng rawestan û bo yekemîn car kovareka taybet bi zarokan ve bi navê Girr û Gallî Mindallanî Kurd belav kir. Mixabin ew kovare bi tenê sê hejimar derkeft, piştî ji egerê jinavçûna komarê, ew kovar jî wekî behra bitir ya projeyên miletên dîtir ên li bin sîbera komarê ji dest çû.
19 Razaw Reşîd Sebrî, Çîrokî Mindalan le Zimanî Kurdî da ( 1991- 2002), Çapxaneya Hacî Haşim, Hewlêr 2010, rr.42-43.
Kovara Girr û Gallî Mindallanî Kurd weku yekem kovara taybet bi zarokên kurd ve di ser û berekê taybet da hatiye belavkirin. Ew jî ew dem bû ku kurd li roja zêrîn a xwe dijiyan, bi harîkarîya Xwedê di mêjûya nû da bo yekem car li jêr sîbera hikûmeta medenî ya xwe bijît, wê rojê Komara Kurdistan li Mihabad bi raberîya Serokkomar Qazî Mihemed (reham Xweê lê bît) gelek bi zîrekî keftibû xizmeta kurdan û bi rêka damezrandina dam û dezgehên komelgeha medenî, wê baştirîn xizmet bo çîn û wêjên kurda dikir. Li vêrê bû ku zarokan pişka xwe ji wê xizmetê wergirt, ew kovar bo mebestekê hatibû derêxistin, ew jî ew bo ku zarokên kurd hişyar bin û li ser şêwazekî kurdane û misilmanane perwerde bibin. Heta di yek dem da bo beyanî geşe biken, bibin xwedan hizrên resen û xizmetgûzar li wî lay jî hevalên jiyana miletên serdem bin û bi çavekê vekirî û bi dilsozî xizmeta gel û wellatê xwe biken.20
“Edebê zarokan edebekî zor girîng e be taybetî le esta ke zor nûseran le ser em edebe nusîyewe, le kunewe ke ta em dwayeş mindallan edebî xweyan nebûwew ştê nebûwe kenawî „edebî mindallan‟ bêt” bi rastî her ji despêka sedê şazdê û ta despêkên sedê bîstê, hindek pirtûk ji bo zarokan hatibûne nivîsîn.
Sebaret desptêk û serhildana çîrokên zarokan li devera Behdînan heta niha destpêka peydabûna yekemîn berhemê nivîsînê vedigerît bo sala 1980 yan. Li dûv wan pêzanînên li ber dest, reng e hindek berhem yan çend çîrokekên folklorî di çendîn kovar û rojnameyan da li berî vê mêjûyê hatibine belavkirin, lê bi şêweyekî rasterast amaje pê nehatiye dan ku ji bo zarokan hatîne belavkirin, ji ber hindê em neşên bideyne pal edebê zarokan, çunkî ev berheme dikevine jêr xaneya edebê folklorî, her dîsan reng e yekemîn çîroka bi şêwazê çîrokên zarokan li devera Behdînan di kovara Ronahî da hatibîte belavkirin ya ku jimarayekê li çiryayek sala 1960î hatiye weşandin.21
Serhildana yekem kovara kurdîya edebê zarokan Girr û Gallî Mindallanî Kurd 20 Nîsana 1946 an e. Ew ji layê danerên Komara Kurdistan li Mihabadê hatibû belavkirin. Ev kovar li serdemê Komara Kurdistan li paytextê komarê li bajêrê Mihabadê derçû. Çapkirina wê jî her li çapxana Kurdistanê bû, karê vê kovarê xizmetkirina zarokên kurd pêk dihêt bo wê çendê ku ew zîrek û xwendevan in,
20 Îdrîs Ebdulla Mistefa, Rojnamegerî mindallan be zimanî kurdî, ç.1. Berêweberayetî çapxaney rewşinbîrî, Hewlêr 2004, rr.7-79.
21 Mihsin Arif Salih, Çîroka Zarokan li Devera Behdînan, ç.1. Çapxaneya Hacî Haşim, Hewlêr 2007, r.16-92.
herwekî nivîsî “ev mucele bi tinê bo ronkirna hizra xwendevan û zarokên kurd e.” Rêveberê karûbarên vê kovarê Qadrî Muderîsî bû; ji girîngitrîn nivîserên vê kovarê Wehab Bilûryan, Hejar Mukiryanî, Zîwer, Dilşad, Nîştiman, Wirdî, Se’îd Zergeyî Umêd Mihemed Sadiq Qizilcî, Mihemed Azer, Hûsên Feqîzade bûn; wergêrê kovarê Mihemed ‘Etrî Gilûlanî bû; cihê kovara Girr û Gallî Mindallanî Kurd di nav rêzên kovarên kurdî da kurdî da li jimare 25 têt.
Jimarên vê kovarê û derçûna wan :
- Jimare Yek li lî Banemerrî 1325
- Jimare Du li lî cuzerdan 1325
- Jimare Sê li lî Pûşper 1325
Girîngitrîn babetên vê kovarê :
Vê kovarê ji ber kurtiya jiyê xwe bi tenê 42 babet belav kirine, ji wan jî heşt şiîr, danzdeh gotar, şeş çîrok, sê babetên ziman, du agehdarî û pênç babet bo bihizirkirina mêşkî, sê babetên roşenbîrîya giştî.22
Herwesa li dûv da kovara Estêre ku kovareka zarokan e, hejimar 1 li sala 1992an derkeftiye, belê heyv û werzê derkeftina kovarê li ser nenivîsîye, qebarê kovarê ji bergî bo bergî şanzde rûpel e. Vê kovarê tîraj diyar nekirye, çapkirin û cihê derkeftna wê li Silêmanî bû, bihayê kovarê ne hatiye diyarkirin, ji girîngitirîn babetên vê kovarê şiîr, sînarî, wêne, gotin, karîkatûr, wênêyên dirustikirî, kurtegotar hene.
Desteka nivîseran ji van kesan pêk hatibû:
Rêveberê nivîsînê: Elî Kemal.
Harîkarê Rêveberê Nivîsînê: Şewbo ‘Ebdulla.
Nivîserên Kovarê : Reuf Usman – ‘Ebdulla Peşyo- Şewnim.
– Karê kovarê :
- Belavkirina hizra neteweyî û nîştîmana perwerî.
- Perwerdekirina zarokan bi hizra azadî û serbestiyê. 3- Mijûlkirina zarokan bi xwendinê
- Rûşenbîrkirina giştî.
22 Îdrîs Ebdulla Mistefa, Rojnamegerî mindallan be zimanî kurdî, rr.227-237.
- Dirustkirina behreya hunerî ji
– Bername û Peyama vê Kovarê:
- Çandina hezjêkirina xwe di nav dilê zarokan da.
- Dupatkirna pêxemberê Îslamê Muhamedî (silavêt xwedê lê bin). 3- Niştîmanperwerî.
- Danenasîna Kurdistanê.
- Girîngîdan bi zanist û xwendinê.
- Ronkirina armancên xwendinê bo mamosteyan. 7- Şanazîkirin.
- Komelayetî.
- Hişyarkirina tendirustî.
- Roşenbîrkirina giştî.
- Bihêzkirna mêşkî 23
2.2. Kurtiyeka Mêjûyî li dor Serhildana Herdu Kovarên Sivore û Kepir
2.2.1. Despêka Serhildana Kovara Sivore
Roja damezrandina kovara Sivore rêkeftî 22î Nîsana 1998an e ku roja vegeriya rojnameya kurdî bû. Li vê roja pîroz da yekem hejimar ji kovara Sivore derkeft, berî hîngê ev kovare bi ser dezgayê Gazî ve bû. Sivore kovareka bi 32 rûpelên rengereng derdikeve. Yekem sernivîserê vê kovarê Fehmî Silêman bû, dumahîk sernivîser jî Selam Balayî bûye ku heta niha jî li ser karê xwe yê berdewam e. Ev kovar ji gelek qonaxan da derbasbûye, heta niha 161 dane ji vê kovarê derkeftîne. Herwesa projeyek bi navê Weşanên Kovara Sivore derkeftiye ku heta niha 20 pirtûkên curbicur û rengîn çapkirîne. Zêdebarî pirtûkeke wek bîblografya bo hejimara 100an, daneyan ji kovara Sivore, ev kovar ji layê zarokên 3 salî ve heta ku 15 salî ve dihête arastekirin yan bikarînan û xwendin.
- Îdrîs Ebdulla Mistefa, Rojnamegerî mindallan be zimanî kurdî, 227-237.
– Girîngitrîn babetên kovara Sivore:
- Helbest
- Çîrok
- Sînarî
- Pêkenîn û pêzanînin
- Dîdar li gel behremendan, bi taybet zarokên behremend 6- Mijûlî û taqîkirinên jîrî
7- Danenasîna çevengên neteweyî yên miletê kurd 8- Babetên zanistî û hemereng
9- Girîngîdan bi bendên mafê zarokan yêên hatîne îmzakirin ji layê neteweyên yekgirtî ve.
10- Herwesa hewil didet ji bo paqijkirna siruştî û fêrkirina zarokî ji bo paqijkirina siruştî û girîngiyê didete bîrewerî û rêkkeftinên zarokî ji derve û navxweyî.
Bo çî navê Sivore?
Merem ji navkirina kovara Sivore bi vî navî vedigerîtin bo wê çendê ku Sivore giyanewerekê ciwan e û giyanewerek e li Kurdistanê heyî û gelek hej gûz û beriya diket. Sivore giyanewerekê zor leş sivîk û bi bizav e, ev giyanewere berdewam hizra paşerojê diket bo her çar werzên salê xwarina xwe hildigirît û namînîte birsî. Zarok jî hêviyên geş ên paşeroja her miletekî ne ji ber vê yekê navê kovarê hatiye danan kovara Sivore.24
Pênase û Mêjû:
Kovareka wênedar a rengarenga û heyvane ya zarokan e, jimare 1 li 22yî Nîsana 1998an derkeftiye bi serperiştiya sernivêserê kovarê Fehmî Selman ve. Vê kovarê armanceka rewşitî û perwerdeyî bi xwe ve girtiye, mebesta wê ew bû ku ji rûyê rewşenbîrî û edebî ve xizmeta zarokên kurd biket, bi taybetî zarokên devera Behdînan ku berdewam vê kovarê hewl dida asta rewşembîrî yê zaroka pêş bêxît.
- Selam Balayî, Çavbêkeftin, Sernivîserê Kovara Sivore, roja 2017/11/7, demjimêr 1110, li bingehê kovar
Nirx:
Nirxê vê kovarê li ser hemî jimarêt kovarê nehatiye diyar kirin, tenê li ser hindek jimara hatiye diyar kirin, wek jimare 34 ku diyarkirye nirxê her daneyekê 1 dînarên Swîsrî ne.
Layenê Derêxistina vê Kovarê:
Li hindek jimarêt kovarê yên destpêkê diyarkiriye ku ew ji layê Dezgehê Gazî yê Ragehandinê derkeftiye, li van jimarên dûmahiyê diyar kiriye ku ew ji layê Dezgehê Xanî yê Rewşenbîrî û Ragehandinê derkeftiye.
Desteka Nivîser û Rêveberên Kovarê:
Desteka nivîseran di hindek jimaran da bi vî rengî bûyîne : Sekretêra Nivîsînê
– Bêrîvan Reşîd; Desteka Nivîsînê – Jiyan Mistefa; Çavdêriya Hunerî-Jiyan Ehmed. Lê li hindek jimarên dî ev nav hatîne guherîn û bi vî rengî hatîne tomarkirin :
Xwedanê Îmtiyazê – Karwan Akreyî; Sernivîser – Fehmî Selman; Kompîter û Derêxistina Hunerî – Huda Ehmed Sebrî; Desteka Nivîsînê – Teyb Deştanî, Selam Balayî, Mihemed ‘Elî Etruşî, Bêrîvan Reşîd; Wêne- Necmedîn Cibraîl, Ehmed Cibraîl. Dîsan li paş maweyekî careka dî guherîn bi ser desteka nivîseran da hat û bi vî rengî nav hatîne tomarkirin: Xwedanê Îmtiyazê-Hebîb Keleş; Sernivêser-Behcet Hirorî; Derhênana Hunerî-D.Suzan Hûsên ‘Îsa; Desteka Nivîsînê- Selam Balayî, Teyîb Deştanî, Perûn Ebdûl’ezîz.
Zimanê Nivîsînê:
Ev kovare bi zarê kurmanciya jorî û bi herdu rênusên kurdî-erebî û kurdî-latînî dihête nivîsîn û hindek caran jî bi zarê kurmanciya jêrî dihête nivîsîn.
Çapkirin û Cihê Çapkirinê:
Li ser hindek daneyên ji vê kovarê bi vî rengî hatiye nivîsîn: Dihok, Çapxana Hawar, lê hêjayî amajê ye ku bergê wê li Hewlêr dihate dirustkirin.
Qeware :
Ji bergî bo bergî dî 16 rûpel e û qewara wan 20cm-28 cm ye.
Bernamê Karî :
Evê kovarê girîngî bi van warên li xwarê diyar dayîne:
- Nasîna navdarên
- Nasîna zarokên
- Belavkirina babetên taybet bi zarokî ve.
- Diyarkirna karên
- Belavkirna berhemên zarokan bo paldan û pêşvebirina
- Bihêzkirna mêşkê zarokî.
- Hişyarkirna mêşkê zarokî.
- Belavkirna rewşenbîriya giştî.
- Belavkirna wênên zarokan li rûpelekî
- Pêşçavkirna hêvî û ûmêdên
- Pêşkêşkirna diyariya bo zarokî.
Xalên bi hêz :
- Kovar ji layê derhênana hunerî û bikarînana wêne û rengan ve zor ya serincrakêş e, bi taybetî bo zarokan.
- Curê kaxezê zor yê baş
- Babetên perwerdeyî û yên zor bi mefa belav diket û hewl didet zarokan perwerde biket û rewiştê wan berev pêş bibet û rewşenbîrîyekê li dev peyda
- Hewil daye babetan li dûv qonaxên jiyê zarokan aresteyî wan biket.
- Di hemî hejmarên xwe da zor tekezê li ser babetên fêrkarî û gehandina zanyarya
Xalên lawaziyê :
- Renge bihayê wê yê giran bît, ku hemî zarok neşên
- Hindek babet, weku hilbijartinêt bajêrvaniyai wekî berî niha me amaje pê kirî, li astê têgehiştin yan girîng pêdana zarokan nîne.
- Nehatiye diyar kirin ku ev babete bo çi jiyekî dihête nivîsîn.
- Nebûna hindek kesanên pispor û şaraza di biyavê psîkolojiya zarokan
Taybetmendiya Kovarê :
Kovara Sivore kovareke taybetmend e ji bo belavkirina layenên perwerdeyî û rewşenbîrî bo zarokan bi zarê kurmanciya jorî.25
2.2.2. Serinceka Mêjûyi li dor Serhildana Kovara Kepir
Bo yekem car li heyva 7 ya sala 2003an hejimara yekê ji kovara Kepir ketiye ber destê xwendevanên zarok. Ev kovare kovareka heyvane ye, ji bergî bo bergî ji 16 rûpelan pêk dihêt. Lê belê piştî maweyekî hejimara rûpelên wê bûyîne 52 rûpel. Sernivêserê wê Mueyed Teyîb e. Wî her ji destpêkê ta dûmahiyê di gel vê kovarê kar kiriye. 7 dane ji kovarê bi zaravayê soranî derketîne, 1 bi latînî li Stokholmê derkeftiye, li dûmahiyê bi dirustî bi zarê Kurmancî (Behdînanî) hatiye nivîsîn, ji ber ku cihê derkeftina wê li devera Behdînan e. Layenê derkeftina kovarê dezgehê Spîrez e, ew li destpêkê 1000 dane çap dibû, belê li vê dumahiyê 4500 dane derkeftin. Herwesa 75 jimar ji vê kovarê derkeftîne û ew ji karî rawestiyaye. Ew jî li heyva 9 ya sala 2009 an ji ber çend egerekan ku egerê serekî jî nebuna pereyan bûye. Niha jî ev kovar bi şêweyekê baştir û ciwan û nû li welatê Tirkiye, li bajarê Enqere dihête dirustkirin û sala 2013an ketiye ber destên zarokan.
– Girîngitrîn babetên vê kovarê :
- Zanistî.
- Navdarên
- Çîrok.
- Mijûlahî
- Sînarî 2Îdrîs Ebdulla Mistefa, Rojnamegerî mindallan be zimanî kurdî, 222-226.
26 Îdrîs Ebdulla Mistefa, Rojnamegerî mindallan be zimanî kurdî, rr.222-226.
Kurtiyeka Mêjûyi li dor Kovara Kepir
Ev kovareka heyvaneye ya zarokan e, layenê derêxistina vê kovarê, dezgehê Spîrêz Dihok bû. Ew bi hevkarya projê Çareserkirna Derunî li Dihok hatiye derêxistin û mêjûya derçuna kovarê, hejmara 2 li heyva 8 ya sala 2003yê derkeftiye. Eger pênaseya wê ya dirusti bît ku ew kovareke heyvane ye, bê şik hejmare 1 li heyva 7 ya 2003yê derkeftiye.
Girîngitrîn babetên vê kovarê
Girîngitrîn babetên vê kovarê yên ku li jimare 2yê hatîne belavkirin evên li xwarê diyar in:
1- Ziman û zaravên kurdî. 2- Av û mirov û siruşt.
- Şaheng û zarok.
- Hozanvanê mezin ehmedê xanî. 5- Stran û helbest.
6- gundê me.
- Xwarna
- Kulîlkên keprê27
Taybetiyên vê kovarê :
Kovara Kepir kovareka perwerdeyî û rewşenbîriya giştî ye bo zarokan bi zimanê kurmanciya jorî.28
27 Şêrwan Ehmed Teyîb, Çavpêkeftin, Endamê Desteka Nivîserên Kovara kepir, li roja 12/ 12/ 2017, li dezgehê Spîrêz.
28 Îdrîs Ebdulla Mistefa, Rojnamegerî mindallan be zimanî kurdî, rr.229.
Encam
Ji girîngitrîn encamên vê semînerê em dişên di van çend xalekan da xirve
biken:
- Di warê edebê zarokan da çîrokê girîngîyeka taybet heye, çunkî ew hewil didet arasteyên zarokî berev rastiyên ketwarî Heta ku li paşerojê tûşî bê ûmêdiyê nebît.
- Peresendina bizava rojnamevaniyê li cîhanê, xizmeteka zor mezin pêşkêşî geşekirin û werara edebê zarokan kir, çunkî hewlên despêkê ji bo belavkirina berheman di kovaran da dest pê
- Herdu kovarên Sivore û Kepir şiyane xizmeteka zor pêşkêşî geşesendina rewşa bizava edebî û rewşenbîrî biket, bi taybetî şiyaye xizmeta zor bo zarokên devera Behdînan biket, çunkî berhem bi zarê kurmancî belav kirîne bo zarokên vê deverê.
ÇAVKANÎ
a) pirtûkên zimanê kurdî :
Mistefa, Îdrîs Ebdulla. Rojnamegerî mindallan be zimanî kurdî, ç.1. Berêweberayetî çapxaney rewşinbîrî, Hewlêr 2004.
Razaw, Reşîd Sebrî. Çîrokî Mindalan le Zimanî Kurdî da ( 1991– 2005), Çapxaneya Hacî Haşim, Hewlêr 2010.
Salih, Mihsin Arif. Çîroka Zarokan li Devera Behdînan, ç.1. Çapxaneya Hacî Haşim, Hewlêr 2007.
b) pirtûkên zimanê ‘erebî :
Qur‟ana Kerîm, Sûreyê el-Araf, Ayet 176.
el-Hadîdî, Alî. Fî Edebi’l-Etfâl, Mektebetü’l-Encûl el-Mısriyye, Kâhire 1976.
el-Heytî, Hâdî Nu„mân. Sekâfetü’l-Etfâl, Felsefeten, Fûnûneten, Vesâiteten, Silsiletû Âlemi’l-Ma‘rife, el-Meclisû’l-Vatanî Li’s-Sekâfeti ve’l-Fûnûnî ve’l-Edebi, Matba„atü‟r-Riyâse/Kuveyt, Adâr 1988.
el-Heytî, Hâdî Nu„mân; Axrun. Adab el Etfal, el Tab’etul Xamset, Metbe’et el Sufî, Bexda 1997.
Muhammed Deyab, Miftâh. Muqaddimetûn fî Sekâfetî ve Edebi’l-Etfâl, ç.1, Dârû‟n-Neşr, Misir 1995.
c) Çavpêketin
Selam Balayî, Çavbêkeftin, Sernivîserê Kovara Sivore, roja 7/11/2017 demjimêr 7:71, li bingehê kovara Sivore.
Şêrwan Ehmed Teyib, Çavpêkeftin, Endamê Desteka Nivîserên Kovara kepir, li roja 71/ 71/1171 , li dezgehê Spîrêz.