Research studies

Gotinên lêburînxwaztin ê di zimanê kurdî de Bandor û taktîkên wan di çarçove, têkilî û danûstandinên cihê de

Prepared by the researcher :  BARAVAN WAHEED HASAN – Mamoste li zanîngeha Newrozê, li Kurdistana Iraqê

Democratic Arab Center

International Journal of Kurdish Studies : First issue – April 2023

A Periodical International Journal published by the “Democratic Arab Center” Germany – Berlin

Registration number
R N/VIR. 336 – 458.B
International Journal of Kurdish Studies

:To download the pdf version of the research papers, please visit the following link

https://democraticac.de/wp-content/uploads/2023/04/%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%AC%D9%84%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D9%8A%D8%A9-%D9%84%D9%84%D8%AF%D8%B1%D8%A7%D8%B3%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D9%83%D8%B1%D8%AF%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%AF%D8%AF-%D8%A7%D9%84%D8%A3%D9%88%D9%84-%D9%86%D9%8A%D8%B3%D8%A7%D9%86-%E2%80%93-%D8%A7%D8%A8%D8%B1%D9%8A%D9%84-2023.pdf

Abstract

This study attempts to analyze phrases of apology in the culture of the Kurdish language and how to use them. By knowing the methods and tactics that were used in many types of relationships, whether horizontal or vertical, the analysis was completed according to the descriptive approach and understanding the percentage of use of each phrase. The main objective of this analysis is to find out the different apologetic phrases in various horizontal and vertical relationships. This study consists of two parts: the first is about the concept of apology, its methods, and objectives, and the second is an analysis of the different apologetic phrases (horizontal and vertical). There are several expressions of apology for each case of disagreements or oppositions and quarrels, which differ according to their contexts and the nature of the relations between the parties., between the student and the teacher, as well as between the trainer and the trainee, between the manager and the employees, and between the father and the son.

Pêşekî

Navunîşan ê Semînar ê:

      Ev Semînar bi navunîşan ê (taktîkên lêburînxwaztin ê di zimanê kurdî de) ye  têde hewil hatîye dan behsê ewan taktîkên bhête kirin, ewên di nav peywendîya asoyî û stûnî ya barên jêkcyawazda bikardhên. ewjî ji pêxemet hindêye daku ewê dilmanê nehêlît û dûbare xoşbûna peywendîyan di nav hevpişkên axvtinê de peydabiket.

Giringiya Semînar ê:

     Girngiya evê Semînar di hindê de ye, ku eger di zimanê înglîzîda vekolîn li ser (lêburînxwaztin ê) di zimanê kurdî de hatbine nvêsîn, lê bi zimanê kurdî  çi vekolînên taybet li ser (lêburînxwaztin ê)  nehatîne nvêsîn, zêdebarî hindê lêburînxwaztin berdewam  di nav takekesên civakî de pena bo dihête birn û  rêkeka giringe bo nehêlana arîşeyan.

Sinûrê Semînar ê:

     Bo encamdana Semînar ê, (100) kesên xelkê govera behdînî hatîne wergirtin, ku ta radeyekî di pêgehştî bûn û dîtn û boçûnên ewan di çend barên cyawaz de  li dor lêburînxwaztinê hatîne wergirtin.

Rêbaza Semînar ê:

    Ev Semînar e bi şêwekê gştî li duv rêbaza (wesfî- şîkarî) hatîye encamdan, bi pştbestin bi şêwazê amarî jibo gehştina rêja bkarhînana stratîcyetên lêburînxwaztin ê.

Pirsyarên Semînar ê:

     Semînar hewl bide bersiva evan pirsyaran bide :

1- di barê hebûna arîşê di navbera dû kesên biyanî de, zêdetir kîj sitratyecyeta lêburînxwaztin ê hatiye bikarhînan!?

2-di barê hebûna arîşê di navbera dû hevalanda, pena bo çend sitratyecyetên lêburînxwaztin ê hatîne birin!? ..hwd

3-di barê hebûna arîşê di navbera xuşk û birayên êk temen de zêdetir pena bo kîj sitratyecyeta lêburînxwaztin ê hatîye birin û ew taktîke çîye !?

4- di barê hebûna peydabûna arîşê di navbera dû hevkaran de  çend taktîkên lêburînxwaztin ê hatîne bikarhînan!?

5-di barê hebûna arîşê di navbera qutabî û mamostay de, kîj taktîkên lêburînxwaztin ê hatîne bikarhînan!?

6-di barê hebûna  arîşê di navbera rahênerî û yarîkerekî de, çend taktîkên lêburînxwaztin ê hatîne bikarhînan!?

7-di barê  peydabûna arîşê di navbera fermanberekî û rêveberî de,rêjeya ewan taktîkên lêburînxwaztin ê  ewên hatîne bkarhînan, bi çi şêwey ne!?

8-di biwarê peydabûna arîşê di navbera bab û kurî de, çend taktîkên lêburînxwaztin ê hatîne bikarhînan û rêjeya her êk ji ewan çende!?

Pişkên Semînar ê:

Ev vekolîne jiblî pêşekî û encaman ji dû pişkan pêkdhêt. pişka êkê bi  navunîşan ê (lêburînxwaztin û taktîkên ewê) ye, ku evan teweran bi xweve digrît: (lêburînxwaztin),(lêburînxwaztin wek kirdeya axvtin ê),(regezên serekî ên lêburînxwaztin ê), (lêburînxwaztin û astên ewê), (serpêçî û astên ewê), (lêburînxwaztin û rewştberzî) û (taktîkên lêburînxwaztin ê).

pişka duwê bi navunîşan ê (lêburînxwaztin di peywendîyên asoyî û stûnî de), ku dû teweran bi xweve digrît, ewjî evene:( lêburînxwaztin di peywendîya asoy de) û (lêburînxwaztin di peywendîya stûnî de).

Pişka  êkê :

1.1. lêburînxwaztin û taktîkên ewê

1.2. lêburînxwaztin:

     Lêburînxwaztin kiryareke di hemî keltûr û civakan de hebûna xwe heye. ev kiryare li dev hemî keltûr û kesan  weku êk nahête temaşekirin, lê bigiştî bi karekê baş û erênî dihête danan.

lêburînxwaztin bi tinê ji derbrîneka sade weku (bibure) pêknehatîye. belku çendîn şêwaz û rêkên lêburînxwaztin ê hene. di pirosêsa lêburînxwaztinê de têbîniya dû xalan dihête kirin:

A- li destpêkê pêdviye to yê hurbîn bî, derbarey dana derbrînên hestdar û axvtinan li dor her şaşîyek ê.

B-bi şêweyekê guncay wataya li pişt lêburînxwaztin a arîşê diyar bikey. (  Robin, 2008:360)

li dor şrovekirina têgehê  lêburînxwaztin ê, dbît çend şrovekirin û dîtn bo evî têgehî hebn, anku dbît kesek husa hizrbket ku lêburînxwaztin derbrîneka hestdar e û kesekê dî dbît hizrbket ku danpêdan e bi şaşîyekê.( Robin, 2008:360) anku li demê kesek peşêman dbît bi encamdana şaşîyek ê, radbît lêburînê ji kesê beramber dixwazît, daku ziyanê yan çi kêşeyan bo dirust neket.  (ebdulwahîd muşîr dizeyî, 2009:17 ) weku li demê kesek dibêjîte kesekê dî:

-bibure, ez şaş bûm.

li dor pênaseya lêburînxwaztin ê zanayan bi çend şêweyan pênasekirîy e. weku:

A-(Kuhîn)derbarey pênaseya lêburînxwaztin ê dibêjît: lêburînxwaztin ew cure lêdwanin, ewên ji encamê azarekê dirust dibin, evca çi bi mebest bin yan bê mebest bin. (Cohen,1999:72)

B- (Garkiya) lêburînxwaztin ê bi evî rengî pênase diket: lêburînxwaztin bi core ruhnkirnek ê dihête pêşkêşkirin bo kesekî hatbîte kartêkirn yan êşandn ji kar û kiryar ên kesekê dî, bêy hebûna  hîç niyazeka şerangêz, ku bi derbrîna peşêmanîyê ve ya grêday bît yan danpêdananeka aşkera ye bo ewê êşandna kesê beramber û li gel derbrîna peşîmanîyê  bo  vegerandina  peywendîyan wekî  berê heyn. (Garcia, 1989:44)

C-(Gufman) sebaret pênaseya lêburînxwaztin ê dibêjît: ew amajepêkirne ku takekes bi rêka ewê dabeşî dû parçan dbît,  parçek jê tawanbarbûne bi serpêçîyê û parçeka dî xwe cudakirne ji xeletîyê û dûpatkirna bawerîyêye bi yasayên serpêçîyêve. (Goffman,1972:113)

D- (Hulmês) diyardket ku lêburînxwaztin kirdareka axvtinêy e ji bo paraztina rumeta bi dhête gutin, bo mebesta çareserkirna serpêçîya ewy kesê jê berprsyar û bi evî şêwey dûbare vegerandina hevsengyêye di navbera A û B de.  A ew kese ewê lêburînê dxwazît, û  B  ew keseye yê serpêçî li gel hatîye kirin.( Holmes,1990:159)

E- (Çîl) didete diyarkirn ku lêburînxwaztin daxwazkirne di bersvdanêda ji pêxemet peşêmanbûnê û ew kerestene jibo berprsyarkirna kesên serpêçkar di nav komelgehê de û husa ew hindek ji girintiy ê diden ku serpêçkar di dahatî de dê xo ji şermzarbûnê dûr ragrît  û dibît bibîte egerê bihêzbûna komelgeh ê. (Gill ,2000:  24)

ji encamê evan hemî pênaseyên li serî di şiyanda ye bêjîn: lêburînxwaztin birîtîye ji ewan kerestên zimanî ewên serpêçkarî jiber peşêmanbûna ewy bi kiryarê radbît bi daxwazkirina lêburînê ji kesê serpêçî li gel hatîye kirin.

1.3.Lêburînxwaztin wek kirdeya axvtin ê:

     Armanca tiyora kirdeya axvtinê şrovekirina alugorkirina zimanî ye derbarey ewê kartêkrnê ewa l ser axvtnkerî û guhdarî  drustdbît. ustn  bi damezrênerê tiyora kirdeya axvtinê dhête hejmartin, ew bangeşeya hindê diket, karê raperandin (performative) û karê raneperandin (constative) ji dû kirdeyên serekî yên axvtin ê dihêne hejmartin. karê raneperandnê ji ewan axvtinan  pêkhatîye ewên derbarey rastîyan dhêne biryardan  û ev core axvtine nabne egerê çi karu reftaran. ji aliyekê dîve karê raperandnê ji ewan axvtinan pêkhatîye ku li ser keyfxoşîyê yan jî li ser karu reftarên ewan dhêne helsengandin. ev herdû corên kirdeyên axvtinê bi binçîneyê polînkirnên zimanî dihêne hejmartin, ku dibine egerê şrovekirinek a kûr zimanî.

Feylesufê emrîkî (sîrl)  kirdeyên axvtinê dabeşî pênc coran diket, ewjî evene:  (dana fermanan (Directives), dana biryaran (declarations), dana lêdwanan (Assertives), derbrîna hestan (expressives), dirustkirina peymanan (commisives). ((ebdulwahîd muşîr dizeyî, 2011: 56-57) lêburînxwaztin dçîte di nav kirdeya derbrîna hestan de, (şêrzad sebrî elî ,2014: 201) û (qeys kaka tewfîq, 1995: 59) ku rolekê karîger di nav peywendîyên mirovî de wekî kiryareka axvtinê bo paraztina seruçav yan şikumendîyê gêraye. ji berhndê ya girnge  bizanîn ka lêburînxwaztin çiye û çewa dhête bkarhînan. kiryara lêburînxwaztinê ji çareserên kirdeyên axvtinê dihête hejmartin, bi wataya hindê ku axvtinker bi rêka evê kirdeyê hewl didet seruçav û roxsarê xo ji ber kiryareka ne   di cihê xoda bi parêzît.(Searle, 1969: 12)

 (kuhn) û (ulştin)   diyar dken, ku lêburînxwaztin weku kiryareka axvtinê di navbera dû pişkdaran de peydadbît, ku êk ji ewan pişkdaran çaverêdket yan hestpêdket ku jhejîye qere bo bhête kirn yan jî bo bhête ruhnkrn ji ber ewê serpêçîya ji alyê kesê beramberve derbarey ewy hatîye encamdan.  di evî barudoxîda, êk ji pşkdaran  yê azade ku lêburînê bxwazît yan ne, yan jî danpêdanê b berprsyaretîyê yan tundutîjîyê  bket yan neket. jberhndê jî lêburînxwaztn di evî barîda rolekê karîger wekî xaleka grnga rewştberzîyê dgêrît. (Cohen & Olshtain, 1983:20) lê ji alyekê dive, hndek caran jî kirdeya axvtina lêburînxwaztinê ji bo supasîkirna kesê beramber dhête bkarhînan.(Ayad)  bo nmûne eger kesek harîkarîya kesekê dî bket. wekî (glasekê avê bdetê, destê ewy/ ewê bgrît û ji erdî raket, pêlava ewy/ewê bo bdanît…htd) û bi taybet jî eger astê ewan yê kumelayetî nêzîkî êk bît, ev core lêburîne dhêne gutin mîna (nene bbure, ne ne to b xudê weneke,qusîrîyê efu ke, efu..hwd) ku eve hemî bo me diyardket ku merc nine, li  demê lêburîn dihête xwaztin hemî deman serpêçî hatbîte kirin, belku gelek caran lêburînxwaztin bo kesekî ji encamê encamdana qencîyekê dhêtedan.

1.4.Piragmatîk û lêburînxwaztin:

     Baçmen  didete diyarkirin ku şiyanên piragmatîkê ji xaleka girng a avakirin a zimanekê prufêşnal dihête hejmartin. têgehştinên piragmatîkê amajeyê didene têgehştina zimanê axvtinê û şrovekirna hest û heluystên axvtinkerî. herwesa amajeya şyan û mebesta axvtinkerîye ji bo helbjartina bersvdaneka guncay, jber hndê dbêjn ku di piragmatîkêda pêdvîye guhdar şarezay têgehştneka baş ya pêzanînên zimanvanî bît. wekî peyvên ferhengî û sîntaksî û zanyary ên naverokî. wekî rolê pleya civakîya axvtinkerî. ( 87: Salehi, 2013) di evî barîda (barûn) şyanên piragmatîkê didete pênasekirn ku zanîna serçaweyên zimanvanî ye ku diberdestin di zimanek ê diyarkrîda ji bo têgehştina mebesteka diyarkirî yan zanîna şêwe û dîmenekê berçavê kirdareka axvtinê ye û li dumahiyê zanîna bikarhînana naverokeka rêkxstîye di serçaweyên zmanî de. (Kaya, 2012 : 48 )aşkeraye kiryara lêburînxwaztin ê dibîte egerê têkçûna roxsarê puzetîv yê axvtinkerî, her ji ber evê yekê ev kese pêdvî bi astekê bilnd ê lêburînxwaztinê û taktîkên ewê ye, daku bşêt lêburînxwaztineka baş û guncay derbbrît û ev kese bihête paraztin ji egerê têkçûna roxsarî.

1.5.Regezên serekî ên lêburînxwaztin ê:

     Derbarey regez û pêkhênerên her lêburînxwaztinekê, zana evan xalên li xwarê didene diyarkirn:  (Deutschmann, 2003: 44–47)

A-Serpêçkar(offender) : ew kesê berprsyar bi encamdana çend serpêçîyan, yan jî hest bi berprsyaretîyê bi şêweyekê rastewxo yan nerastewxo ji bo karekê hatîye encamdan diket.

B- Zulmlêkrî(offended): ew kesê karîgerîya xirab lêbuy, yan dbît bhête kartêkirin, yan jî hest bi hndê dket, ku   kartêkirin ji alyê serpêçkarîve lê hatîye kirin.

C-Serpêçî (offence): ku dibît serpêçîyeka rast bît û hatbîte encamdan, yan jî ya veşartî bît, yan jî bi tenê hestkirin bît bi serpêçîyê.

D-Çareserî(remedy): evejî têgehştin û berprsyaretîya wergrtina ewê serpêçîyê û nîşandana (peşêmanî) ê ye.

1.6. Lêburînxwaztin û astên ewê:

1.6.1.lêburînxwaztin di peywendiya asoyî de:

    Lêburînxwaztina di navbera dû kesên di êk astê civakî de, dmînte li ser astê ewê serpêçîyê û ewê peywendîya di navbera serpêçkarî û zulmlêkrî de hey. herwekî (Al-Adaleih) bangeşeya hindê diket, ku daxwaza lêburînê di navbera dû kesên biyanîda zêdetir rwyddet û dhête bkarhînan ji dûkesên nêzîkî êk. weku hevalan, çunkî lêburînxwaztina hevalan dibît gelek caran husa bhête dîtn, ku gelek dijwartir û bi jantirbît ji ewê arîşeya rûday, ji berhndê jî heval hewldiden bi rêka lêburînxwaztinek a bitirane ve peywendîy ên xwe dûbare xoşbkeneve. ev lêburînxwaztinên bi galtecarî di baruduxek ê hevalînî de dhêne gutin, ku core xizmayetîyekê bi xovedgrît û amajeyê didete ewê nêzîkîya di navbera ewan kesan de di nav komelgehêda hey. ev curê lêburînxwaztina galtecarî dbêjnê tirane)  ( Al-Adaleih, 2007: 190)  û herwekî  (lîç- Leech)  ddete diyarkirn ” eve ew rêke ya dibêjnê: em di pêdvî nînîn, ku ji bo hevdû bi rewşt baxvîn, ez dşêm te kêm bkem, û to jî weku tirane dê serederîyê li gel key. ku evejî ewê çendê dgehînît, em hevalên başîn”.(Leech, 2014: 101) dîsa (sugîmutu) ddete diyarkirin, ku hndî peywendîyên di navbera serpêçkar û ew kesê hatîye êşandin de di nêzîk bin, dê bi sanahîtr  û bi sîngekê berfrehtir ew daxwaza lêburînê ji alyê zulmlêkerîve hête pêşwazîkirin. (Sugimoto,1999:67) di keltûrê kurdî de derbrînên lêburînxwaztinê di navbera dûkesên nêzîkî êkde weku hevalan gelek bi kêmî dhête dît, bi tinê di hindek barên taybet de nebît, ku arîşe ya mezin bît, bo mebesta dûbare çakkirna ewê arîşê li ewî demî lêburîn dihête xwaztin. ev derbrînên lêburînê di keltûrê kurdî de ji egerê cudahiya regezên nêr û mê bi dû şêweyên ji êkcuda diyar dibn, ewjî ji ber regezê mê  ptir ji zelamî xudan soz û atîfeye. di encamda ev regeze derbrînên taybet ên axvtinê bi reftarên xove di nav kumelgehê de bkardhînn. bara ptir ya caran afret li demê lêburînxwaztinê, derbrînên xo tawanbarkrnê û şeprzebûnê bkardhînît ku eve hemî nîşanên bêhêzî û bêdesthelatiya ewê diyardken.(fareeq, 2014 : 245)

pêdvîye ewê çendê bêjîn, eger ew arîşe di navbera dû hevalanda ya mezin bît, weku li demê trumbêla hevalê xo tûşî rudanekê biket yan laptup yan mubayla ewî bşkênît ,di evî demîda baraptir a caran heval daxwaza lêburînê ji êk dxwazn, sereray şrovekrna barudoxê ruday û belên jî dhêtedan ji alyê kesê serpêçkarve ji bo dûbare çakkirna ewî tiştî, belê eger ew dû kes dbyanî bin dbît ji ber arîşeka zora biçuk mîna li ser cadeyê mlên ewan bi yekbkevin yan brîna peyva kesê beramber, li ewî demî lêburîn dhête xwaztin . ( Al-Adaleih, 2007: 190)

1.6.2.Lêburînxwaztin di peywendiya stûnî de:

Ciyawaziya pleyên civakî di navbera zulmlêkrî (offended) û serpêçkar(offender)de di barekê serpêçyê yê taybetda rolekê karîger li ser peywendîyên ewan heye û dhête pêşbînîkrn ku lêburînxwaztneka kartêker ji kesekî bo kesekê dî drustbît. di evî biwarîde (kîger) didete diyarkirn, ew kesên xudan pleyeka mezin û bilnd  di nav civakîda wekî rêveberan, bi zehmet dbînn ku lêburînê bxwazin, anku  danpêdananê bi xeletîya xo bken,  ji berku ew di tirsin  weku kesekê neyê karîger yan kêm bihêne pêş . (kiger,2004:57) li duv bawera  ptirya civakên cîhanî, husa nîşa me diden, ku reftarên takekesî li duv pleyên çivakî dhêne diyarkirin. bo nimûne takekesên xudan pleyên nizmên civakî. wekî (pale, kesên temen bçuk. weku xuşk û bira ên biçuktir…hwd) çaverê jê dhête kirin daxwaza lêburînê ji kesên xudan pleyên civakî yên ji xo bilntir bken wekî hosta, rêveberê karî,  yan jî her  kesekê dî ku xudan temenekê mezntir bît ji kesê lêburînxwaztî. weku dayk û bab û bira û xuşkên mezn…hwd. (Mulamba.K,2009:553).her jiber evê çendê jî (aguîno) pştevanîyê li evê boçûnê diket û didete diyarkirin ku ew kesên xudan pleyeka berza civakî, li gel kesên asayî di barudoxekê neyê aramda dbne egerê hindê ku kesên asayî daxwaza lêbûrînê ji ewan  bixwazin yan li pasaw hînanekê bgerin daku ji ewî barudoxî rzgar bibin. (Aquino,etal,2006:653) di keltûrê kurdewarî de li demê peydabûna arîşekê di navbera kesekên asayî yan biçuk bi temenên xwe ve beramber ew kesên xudan pleyên bilnd û mezntir wekî (dayk, bab, birayê mezin, xuşka mezin, mam, xal, xalet, met ….hwd)  bara ptir a caran ji alyê ewan kesên bçuk yan asayîve lêburînxwaztin dihête bi chhînan, çunkî keltûrê kurdî. yê pre ji rêzgrtinê û şermê, bi taybetî beramber kesên mezn û xudan pleyên berzên civakî (Fareeq,2014:87) ji ber hndê jî çend pleya civakîya kesê serpêçkar ya bilndbît, gelek bi kêmî dhête dîtn, ku lêburînê bxwazît. hndî kesê zulmlêkrîye, li demê peydabûna arîşekê li gel kesên pleyên ewan bilnd di nav civakî de, heznaken li çareserîyê bgerin  û lêburîn ji ewan bhête xwaztin, çunkî eger serpêçkar rêveberê ewy bît û kesê zulmlêkrî, li çaverêya lêburînxwaztinê bît ji kesê xudan pleya bilnd di nav civakî de ؛ dbît karê ewy bkevîte jêr hereşê, her ji ber hndê jî zulmlêkrîyê xudan pleya nizma civakî, dbît hzrbket ku bi mfatre eger peywendîyên ewy li gel kesê serpêçkarê xudan pleya berza civakî bi baş bmînn, bêyku kiryara lêburînê bhête encamdan, her wekî di gelek vekolînan jîda hatîye dîtn, ku li demê kesê serpêçkarê xudan pleya berza civakî xeletîyekê dket, danpêdana ewy dbîte ptir cihê behskirnê û li seruçavên ewy ptir ji kesê zulmlêhatîyekirin diyar dibît, xelkê dewruber jî ptir hest pêdket, ku eger em berawrd bikeyn li gel kesekê xudan pleyeka nizma civakî ku kêmtr li ser seruçavên ewy diyar dibît. ( Ayad,2017:97)

Li demê kesekê xudan pleyeka nizm, lêburînê ji kesekê xudan pleyeka berz  dxwazît, ji ber egerê her serpêçîyeka hebît, li vêrê dbît daxwaza lêburîna ewy retbket, berovajî li demê kesekê xudan pleyeka berza civakî daxwaza lêburînê ji kesekê xudan pleyeka nzm dket, êkser dhête wergrtin, çunkî kesê zulim lêhatîyekirn li vêrê li chekê berz nine, ku lêburîna kesê xudan pleya bilnd retbket,  ji berhndê jî em dşêyn bêjîn,  lêburînxwaztina ji alyê kesên civakîyên bilnd ve dhête gutin, gelek kartêker û karîgertrn ji ya texên nizmên cvakî. ( Ayad,2017:96)

1.7. Serpêçî (offence) û astên ewê:

     Bi şêweyekê giştî kiryara lêburînxwaztin ê ji encamê peydabûna arîşeyekê diyar  dibît, her ji berhndê jî cor û astên evan arîşan li ser sruşt û tundutîjî a peydabûna ewê arîşê dhêne diyarkirin. bo nimûne lêburînxwaztin bo rawstana axvtina kesekî di demê axvtinê de dhête pêşkêşkirin, dê ya ciyawazbît ji ewê lêburînxwaztin a bo kesekî ku hatbîte êşandan yan dest yan pê yekê ewy hatbîte şkandin.

     hejmarek a zora vekolînan tîşk êxstîye li ser peywendiya di navbera lêburînxwaztin ê û tiyora rewştî de, armanca tiyorê bi xwe jî dûpatkirina peywendy a di navbera ast û corên lêburînxwaztin û tundî û djwarîya ewê arîşa ku ji alyê kesekîve hatîye encamdan,  jberhndê jî, hndî ew arîşe tund û tîjtir bît, pêdvîye lêburînxwaztin jî baştir û karîgertrbît, lewra jî çendatî û hikmeta ewê rewştberzîyê ku di kirdeya axvtinê a lêburînxwaztinêda kar pê hatîye kirn, dvêt li cihê astê tundutîjîy a ewê arîşê bît. (Ayad,2017:94) polînkirna cor û astên arîşeyan ji alyê (hulmîs) ve hatîne encamdan, ku bi dabeşkirna arîşeyan li ser ciyawazîya astên sengî û girngîya ewê arîşeya serhlday rabûye ,bi evî rengê lxwarê buye:

1.7.1. Serpêçîya ruhn: weku li demê bê mebest mlê xo li mlê êkî bdey. jbîrbkey ku tlefuna xêzana xo bkey. yan qelemê hevalê xo berzekey. d evî haletîda gelek b kêmî lêburîn têda dhête xwaztin.

1.7.2. Serpêçîya navncî: weku l demê bê mebest êk çaverê te bmînît û to gîru bbî yan jbîrbkey ku te wacbê xo yê çêkey yan l wanaya êkê texîr bibî. d vî barudoxîda rêjeya daxwaza lêburînê geleka zore، ku kesê serpêçkar l kesê zulmlêkrî bket.

1.7.3. serpêçîya bihêz: weku li demê  pê kesekî di yarîyêda bşkênî yan li demê kêmkirna kesekî bi djwarî di runştinekê yan gengeşekê de…htd. ev barudoxe pîdvî bi lêburînxwaztinê e.

1.7.4. Serpêçîya djwar: weku li demî ziyanê li malê kesekê dî bdey. bo nimûne weku trumbêlê, kumpîwterî. ev bare ji hemî barudoxên dî yê ciyawaze ku bi her rengekê hebît dvêt lêburînxwaztin bhête kirn. (hulmîs,1993:91-116)

1.8. Lêburînxwaztin û rewştberzî:

      Li demê em bas li lêburînxwaztin ê di keyn, pêdvîy e çemkê (rewştberzî)yê bi berçav bhête wergrtin, ku li evan çend salên dumahîyê bûye cihê vekolîn û gengeşa karlêkerên mirovayetî.  tiyora (brawn) û (lîvnsn)î  ewa base, nehêlana rewştberzîya xirab û pştgîrîya rewştberzîya puzetîv dket, geleka girnge, belê evejî ya bê arîşe nebû, çunkî derbirîna lêburînxwaztin ê, amîrê nîşandana derbrîna bi mebest dhête bikarhînan, weku derbrîna peşîmanîyê ji bo daxwaziya lêburînxwaztin ê yanjî ji bo daxwaza lêxuşbûnê ye, dibît husa diyarbît ku ya başe eger ev stratîcyete bihête bkarhînan, çunkî rêkeka here başe ji bo dûbare xoşbûna peywendîyan û aramkirina derûnê kesê hatîye kartêkrn yan zulm lê hatîye kirin, belê  li vêrê  vekoleran bi hevra  bîru boçûnên xo dayne derbarey ka rewştberzî çîye û neşyaîne bi drustî rewştberzî yê şrovebiken, herwesa husa diyar nine, ku derbrîna navçavan û roxsarê çemkekê bkarhatî, yê cîhanî bît, anku jo alyê hemî komelgeh û keltûrên cîhanîve wekî êk serederî li gel bhête kirin (Fraser,1990:230). her wekî (brawn) û (lîvnsn),  ewê serederîyê li gel lêburînxwaztin ê dken, ku cewherê ewê ji encamê bikarhînana stratîcîyeteka xiraba rewştberzîyêye, ku di encamda li duv dîtn û boçûnên axvtinkerî (ew kesê lêburînê dxwazît) ku lêburînxwaztin kirdareka  têkçûna roxsarîye, ku roxsarê ewy yê puzetîv têkddet, belê di heman demda lêburînxwaztin, paraztin û keyfxoşkrna kesê duwêye (guhdarî)li gel têkçûna roxsar û derûnê kesê axvtinkere (Brown û Levinson,1987:187)  û eve li duv hizra (brawn û lêvnsun)y.

1.9. Stratîcyetên lêburînxwaztin ê:

1.9.1. Lêburînxwaztin a rastewxo:

       Di barapitir a barudoxan de kesê kartêker radbît bikarhînana lêburîneka êkser bi rêka cêbecêkirna (Illocutionary Force Indicating Device IFID) amîrê karîgerîya hêza derbrînê ya aşkera . (kîtaw) dbêjît ku rêvebrneka serkevtî ya lêburînxwaztin ê weku kirdeyeka axvtinê dvêt yagrêday bît  bi (IFID)ve, anku bi (amîrê karîgerîya hêza derbrînê) ya aşkerave,li gel wergirtina berpirsyaretî yê. (kîtaw,2013:2) ev yasa ye, evan derbrînên lêburînxwaztin ê yên li xwarê di zimanê kurdî de bi xwe ve digrît:

Daxwaza lêburînê dikim: ku dhête hejmartin ji stratîcyetên fermî di zimanê kurdî da ji bo pêşnyarkirna lêburînxwaztin ê.

Bibure: eve bi derbrînên nefermîyên berblav di zimanê kurdî de dhête hejmartin.

Li min bibexşe – forgive me: ji derbrînên lêgeryana lêburînê dhête hejmartin, li vêrê axvtinker hewlddet ku guhdar lêbburît.

– Li min bbure: ji derbrînên nefermî dhête hejmartin di zimanê kurdî de.

Min efuke: evejî ji ewan derbrînên rastewxo yên lêburînxwaztinê ne, ku ji zimanê erebî hatîye di nav zimanê kurdî de.

Gerdena min azake: ev stratîcyejî wekî derbrîneka  civakî hatîye wergrtin û  ji alyê axvtinkerên zimanê kurdî ve dhête bkarhînan . (Fareeq ,2014:132)

Ji dil daxwaza lêburînê dkem, gelek daxwaza lêburînê dkem: evejî ji derbrînên lêburînxwaztinê ne û bhêzeka zêdetir di zimanê kurdî de dhête bikarhînan.

 –Umêdewarim to ne êşabî : ji derbrînên serzarekî ên lêburînxwaznê dihête hejmartin.( Al-  Adaleih,2007:48)

1.9.2. Lêburînxwaztin a nerastewxo:

1.9.2.1.  Stratîcîyeta nerastewxo:

     Lêburînxwaztin a nerastewxo bi rêka bikarhînana danpêdaneka berpirsyarane dihête pêşkêşkrn. evejî bi rêka danpêdaneka rastewxo û danpêdaneka nerastewxo dhête cêgîrkirin. danpêdana rastewxo evan yasayên sîmantîkî yên li xwarê b xwe ve digrît:

A-Razîbûn l ser tawanê, wekî : xeletîya min bû, sed j sedê min xeletî kir.

B- Derbrîna kêmasîya xo, wekî : ez nehndê baş im, di nvêsîna huzanê de.

C-Mebest pênebûn, bo nimûne: merema min ew nebû, min to nedîtbuy, uh bibure bi xeletîve bû.

D-Razîbûn li ser serpêçîyê, bo nimûne: ez danpêdanê dkem, ku min pencera şkandî. (Al-Adaleih, 2007:107-110)

Ji alyekê din ve, danpêdana nerastewxo diyardibît :

A- Şruvekirina haletî:

li demê serpêçkar lêburînxwaztinê dket, bi rêka ruhnkirna barudoxî û bi hînana belge û behanekê ji bo ewê serpêçîya hatîyekrn. bo nimûne kesek bi ruhnkirna haletê gîrubûnê rabît, bi rêka gutina ‌li ser cada serekî rudanek rudabû؛ ji berhndê, ez dreng gehştim‌  yanjî li min bbure, trumbêla min ji kar kevtbû.

B- Pêşnyarkirn jibo çakkirn ê:

li demê serpêçkar pêşnyara desteberkirna dûbare çakkirna ewê arîşeyê ewaku ji encamê serpêçîyekê drustbuy dket, evejî dbne :

– taybet, wekî: ez dê di rojên bêhnvedanan da  evî karî encamdem.

– netaybet, wekî : dê sehkemê ka dê şêm çi bkem.

C- Belêndan jbo dûbare encam nedanê:

evejî bi ewy şêweye, ku hndek derbrînên taybet dhêne bkarhînan ji bo sozdana kesê zulmlêkrî ku ev reftaru rudane di dahatîda dûbare nebneve. bo nmûne : ew dûbare nabîte ve

D- Girngîpêdana kesê beramber:

     Ji bo kêmkirina azarên kesê zulmlêkrî, serpêçkar hindek caran bi pirsîna halê ewy radbît,wekî: to hest pê dikey ku  to baştirî, to yê başî.

(Hussein and Hammouri 1998 : 37-51) ,  (Chamani and Zareipur 2010 : 133- 153)

Corekê dî ji corên stratîcyetên  lêburînxwaztin ê heye, wekî stratîcyetên xwe xlaskirinê ji ewy barudoxî ji alyê kesê lêburînê dixwazît dhête bikarhînan, ku bi kêmkirin a pileya ewê arîşê ewa hatîye encamdan dijî kesekî radbît. eve baraptirya caran b rêka çend gengeşan dhête encamdan, ku diyardket: (çi çênebûye) yan (tiştekê bernekevtî) ye. nimûne bo kêmkirna pila arise, weku: dê çi arîşe nîne mala te, yanjî  bi rêka lumekirna kesekê dî û zvrandna berprsyaretîyê ji bo ewy, weku:              ez bêjim ku filan kes jî di ewê arîşê de berpirs e (Ayad,2017: 92 )

pişka duwê: lêburînxwaztin di peywendîyên asoyî û stûnî de

2.1.Lêburînxwaztin di peywendiya asoyî da:

2.1.1.Barê êkê: hebûna arîşê di navbera dû kesên biyanî de: (milê xo li milê kesekê biyanî bdey bê mebest li ser cadey:

     Li duv ewan datayên li berdestê me di barudoxekê bi evî şêweyda, bi tinê dû taybetmendîyên lêburînxwaztin ê li dev xelkê me diyar dibin. ewjî derbrînên IFID   û mebest pênebûnin.

wêneyê (1)

herwekî di ( wêneyê 1 )ê serîda diyar IFID  dhête hejmartin ji stratîcyetên bi pila êkê di barekê bi evî şêweyda di navbera dû kesên biyanî de dihête bkarhînan, rêjeya ewê di gehîte 92 ji sedê, herwesa di duv de stratîcyeta mebestpênebûnê bi pila duwê dhêt, ku takekesên xelkê govera behdînî bi rêjeya 8 ji sedê bkardhîn. ji karhînana evan herdû stratîcyetan bo me diyardbît, ku raste ev barudoxe di navbera dû kesên biyanîda peydabûye, belê  ji ber biçuykîya ewê arîşeya rudayî, ku bi serpêçîyên sade dhête hejmartin, kesê serpêçkar wekî kiryareka rewştî evan derbrînan bikardihînît, belê wekî em dibînn me çendîn stratîcyetên dî yên lêburînxwaztinê  hene. weku ( razîbûn li ser tawanê, derbrîna kêmasiya xo … hwd), belê di barekê bi evî şêweyda nehatîne bkarhînan, ku evejî encamê bçukiya ewê arîşê bo me diyar diket.

2.1.2.Barê duwê: hebûna arîşê di navbera dû hevalan de: (seredana hevalê xo yê brîndar di şerîda nekey)

     Di şrovekirna ewan datayên li berdestê me daxwaza lêburînê ji bo hevalan jî sinûrên xwe yên heyn, her wekî me li serî  di beşê tiyorî de diyarkirî, ku barapitr a caran li demê peydabûna arîşan di navbera dû hevalan de bi lêburînxwaztineka bçuk dhête encamdan, lê eger barudoxê ruday  yê ciyawaz bît û hestîyar bît. Weku (serdana hevalê xwe yê brîndar nekey) gelek ji stratîcyetên hemecorên lêburînxwaztin ê dhêne bkarhînan ji hevalê sarpêçkar bo hevalê xwe yê hatîye brîndarkirn.

wêneyê (2)

herwekî di evan zanyaryên li berdestê meda ku ji alyê takekesên xelkê govera behdînî ve hatîne wergirtin diyar dbe,ku çar ji girngtrîn stratîcyetên lêburînxwaztin ê dhêne bkarhînan. wekî: (şrovekirna barudoxî,IFID,derbrîna şermzarîyê, wergirtina berprsyaretîy ê). şrovekrna barudoxê nehatna seredana hevalê xo dhête hjmartn ji stratîcyeta here zora bkarhatîyên takekesên xelkê evê goverê di haletekê bi evî rengîda, li vêrê kesê serpêçkar hemî hewlên xwe ddet, ku bo kesê hatîye brîndarkirn ruhnbket, ku ew negehştîye bhêt yan jî bi belge û bhînana bhaneyan  kesê beramber razîbket û hêza ewê arîşê kêmbket yan nehêlît, ji berhndê jî dê bînîn 40 ji pşkdaran ku dgehîte 40 ji sedê ev stratîcyeta lêburînxwaztin ê ya nerastewxo bkarhînaye û bi pila duwê ewjî bi rêjeya 38 ji sedê, takekesên kurd stratîcyetên derbrînên IFID bikarhînayne, ku bara ptir a ewan derbrînan di şiyanda ye bihêne bikarhînan daku kesê serpêçkar bi bichhînana erkê xwe yê rewştî rabbît û bi şêweyekê rastewxo daxawza lêburînê ji kesê duwê bket. derbrîna şermzarîyê jî bi pla sêyê dhêt bi 14 ji sedê, li vêrê em dşêyn ruhnkirnê bdeyn, ku ji encamê rewştberzîya takekesên xelkê evê goverê di barekê bi evî şêwey de, beramber hevalekî ev hesta şermzarîkrnê li dev peydadbît. herwesa li pila dumahîyê, derbrînên berprsyaretî wergrtnê dhêt, ku bi şêweyek ji şêweyan ji alyê beşdarbûyên meve dhêne bkarhînan, ku b rêjeya 8 ji sedê dhêt.

2.1.3.Barê sêyê: hebûna arîşê di navbera xuşk û brayên êk temen de: (xuşk mubayla birayê xwe bê mebest bşkênît).

     Hebûna arîşên bi evî rengî dbine egerê bikarhînana stratîcyetên ciyawaz ên lêburînxwaztin ê di nav keltûrê kurdî de, lê ev lêburînxwaztin e jî li ser corê ewê peywendîyê û temenê ewan xuşk û brayan dmînît, li duv ewan datayên li berdestê me ku beşdarbûyên me bara ptiry a ewan di temenekê pêgehştîda bûn û jmareka zora  ewan xudan xêzan bûn, bêguman encamên bi destê meve dhên, dê di ciyawaz bin li gel vekolîneka dî, ku beşdarbûyên ewê di temenekê bçuykda bin, her wekî, ferîq  di vekolînekêda ddete diyarkirn, ku xelkê kurd di temenê danemrîyê de gelek kêmtir daxwaza lêburînê dxwazn ji kesên pêgehştî, herwesa stratîcyetên danemran gelek kêmtir û snûrdartrn ji kesên di temenê gencatîyê de. (Fareeq, 2014: 248)

wêneyê (3)

ev wêne bo me diyar diket, ku di nav kelturê kurdî de li demê hebûna arîşeka bi evî rengî di navbera xuşk û brayan de stratîcyeta here berblav pêşnyara çakkrnêye bi cudahîyeka kêm, li gel stratîcyetên IFID û mebest pênebûnê. her wekî di wêneyê serîda diyardbît, stratîcyeta pêşnyara çakkrnê bi  rêjeya 35 ji sedê bi pla êkê dhêt û derbrînên IFID bi rêjeya 34 ji sedê û mebest pênebûn bi  rêjeya 31 ji sedê  li duv ewan dhên, li vêrê raste peywendîya di navbera kesê serpêçkar û kesê zulmlêkrî  de ya nêzîke. belê her wekî d, evan datayan de diyardbît, pêdvîye lêburînkirna rastewxo û ya nerastewxo bhête bkarhînan ji bo dûbare xoşbûna peywendîyan, çunkî peywendîyên xêzanî zor dgrngn û pêdvîye li ser her kesekî evan peywendîyan berz ragrît.

2.1.4.Barê çarê: peydabûna arîşê di navbera dû hevkaran de : (bas li taybetmendîyên hevkarê xwe bi xrabî bket):

     Di nav keltûrê kurdî de taybetmendîyên grêday kesekî yan xêzana ewy gelek hestiyarin, ji berhndê demê serpêçkar maytêkrnê li evan taybetmendîyên kesekî  dket, gelek caran arîşên mezn jê drust dibn, lê dibît bikarhînana stratîcyetên ciyawazên lêburînxwaztin ê bşên gelek ji hêza ewê arîşê bhînne xwarê,  ji girngtirîn ewan derbrînan jî wekî di wêneyê li xwarêda diyardbît.

wêneyê (4)

derbrîna şermzarîyê bo nimûne (ez hest bi şermê dkem) bi berblavtrîn stratîcyetên lêburînxwaztin ê ji bo barudoxekê bi evî rengî dhête hejmartin, çunkî li demê taybetmendîyên takekesekî diyardbn, dbîte eger ku şermeka zêde li dev ewy kesî peydabbît û  tûşî şermzarîyê bbît, ji ber hndê li demê serpêçî grêday ewan taybetmendîyan bît, dê lêburînxwaztn jî core şermzaryekê b xovegrît, lewma jî dê bînîn ku 47 ji beşdarbûyan ku dgehîte rêja 47% ev derbrîna şermzarîyê helbjartîye. di duvde  stratîcyeta IFID bi jmareka zor bi pla duwê dhêt, bi rêja 30% û bi taybetî jî derbrînên gerden azakrnê ku ji derbrînên eaynîye û hatîye di nav kelturê kurdî de bi şêweyekê zor hatiye bkarhînan, çunkî baskrn li taybetmendîyên kesê beramber grêday gunehêye û eayînê îslamê grngîyeka zor bi gunehê daye, ku pêdvîye mruvê busulman xo jê duyrbêxît, her wekî pêxemberê me slav li ser bin xeybetê b xwarna guştê brayê xu yê mrî di şubhînît, lewra axvtinkerên kurdên busulman hewldden, ku wekî karekê eayînî daxwaza lêburînê ji hevalê xwe xazn û gerdena xwe pê bdene azakrn. di duvde wergrtna berprîsyaretîyê dhêt, ku bi rêjeya 13%,bi pila sêyê dhêt, ku li vêrê serpêçkar hewlddet,  kesê zulmlêhatîyekirn mafdarbket bi gutina hndek axvtnên zvr jî wekî( bra toyê mafdarî, yan bira heqê teye) ku bi derbrînên zor bi mifa dhêne hejmartin, daku ew kerbukîna di dlê kesê zulmlêkrîda bhête kêmkirn. herwesa razîbûn li ser serpêçîyê jî bi rêjeya 8% takekesên kurd cihê xo di nav derbrînên grngda krîye, ji bo barudoxekê b evî rengî, ku serpêçkar li vêrê hewlddet danpêdanê bi xeletîya xwe bket, ku ew karê ewy encamday, karekê xelet bû. di duv jî da bi tinê bi rêjeya 2 % stratîcyeta belêndan ji bo dûbare encam nedanê hatîye helbjartn.

2.2.Lêburînxwaztin di peywendiy a stûnî de:

2.2.1.Barê êkê: hebûna arîşê di navbera qutabî û mamostay de (qutabî ji bîrbket pertûka mamostay bo bzvrînît di demê destnîşankrî de):

     Li duv ewan datayên li berdestê me, bo me diyardbît, ku çar yasayên watayî bi şêweyekê berfreh di evî baruduxîda bo lêburînxwaztin ê hatîne bikarhînan ji ewan jî IFID , şrovekirina barudoxî, pêşnyazkirin ji bo dûbare çakkirnê, berpirsyaretî wergirtin, herwesa dû ji stratîcetên dîjî bi şêweyekê kêm hatîne dîtn, wekî derbrîna şermzarîy ê, derbrîna kêmasîya xwe.

wêneyê (5)

li vêrê bo me diyar dibît ji stratîcyeta IFID ku lêburînxwaztineka rastewxoye û bi rêjeya 32% ji beşdarbûyan helbjardbû, lê ji derbrînên ewê jî pştbestneka berfreh bi stratîcyeta rastî derêxstna rastewxoya lêburînxwaztin ê hatîye dan. wekî (ji dil daxwaza lêburînê dkem) bi şêweyekî ku girngîpêdan bi derbrînên dî yên IFID nehatbîte dan. ev bikarhînana degmen ya evî yasayê sîmantîkî di evî barudoxî de ji bo kêmkrna hêza arîşeyê bi şêweyekê berçav ku pitir ji her derbrîneka dî kartêgertir e.  hndek derbrînên dî weku (gerdena min azake) ku derbrîneka eaynîye û hatîye di nav keltûrê meda, ku ji alyê beşdarbûyên meve nehatîye  jêgrtin, ku eve ewê çendê radgehînît, ev bare yê grêday nîne bi gunehkrnê û gunehnekirin ê ve. stratîcyeta duwê ku pştî derbrînên IFID hatîye bkarhînan, ewjî şrovekirina barudoxî û pêşnyazkrn ji bo dûbare çakkirnê bûye û stratîcyeta şrovekrna barudoxî bi rêjeya 30 % hatîye helbjartin. herwesa stratîcyeta pêşnyazkrn ji bo dûbare çakkrnê bi rêjeya 23% hatîye helbjartin û stratîcyeta  berprsayetî wergrtin b rêjeya 13% hatîye helbjartn, lê stratîcyetên ku gelek kêm hatîne bkarhînan derbrîna kêmasîyê bi  rêjeya 2 ji sedê  û derbrîna şermzarîyê bi rêjeya 1 ji sedê hatîye helbjartin, ku evejî ewê çendê dgehînît, raste ev arîşe di navbera dû kesên pleyên civakî yên ciyawaz de peydabuuyye, ku mamosta û qutabî ne, lê arîşe hnda mezin nebûy e, ku bgehîte ewy astî serpêçkar hest bi şermzarîyê biket yan kêmasîya xo derbibrît.

2.2.2.Barê duwê: hebûna arîşê di navbera rahênerî û yarîkerekî de: (destê yarîkerekî bşkêt di rahênanekê de, ku rahênerî daxwaza encamdana ewê kirbît).

     Raste li vêrê serpêçî ya bê mebeste û erkê yarîkerîye ewan rahênanan bket, hewresa pileya civakî ya rahênerî blndre ji ya kesê hatîye êşandn, belê eve wataya ewê çendê nadet, ku di nav keltûrê kurdewarî de takekesên kurd di baruduxek ê bi evî rengî de daxwaza lêburînê nexwazin, her wekî di ewan datayên diyarkirî  yên li wêneyê li xwarê de diyardibît.

wêneyê (6)

li vêrê cihê amajepêkirnê ye, ku stratîcyeta here berblav di nav pşkdarên meda ku ya ciyawaz e ji barudoxên berê me baslêkrî, ewjî girngîpêdana kesê zulmlêkrîye, ku  eve belgeye,ku di her barudoxekî de hindek taybetmendîyên lêburînxwaztin ê yên taybet hene û ji taybetmendîyên barudoxekê dî di ciyawaz in. di barekê bi evî rengîda ku yarîkerek d rahênanda tûşî azarekê bibît, ku ji alyê rahênerîve ferman pê hatbîte kirn, li vêrê êkem hewla rahênerî ya lêburînxwaztin ê ewe, ku girngî yê bi yarîkerê xo bidet û evan core pirsyaran jê bket. bo nimûne (to yê başî, hîvîdarm yê b slametbî) her ji ber hndê jî em dbînîn,ku b rêjeya 67 ji sedê ev core derbrîne wekî êkem serederî li gel evê ruydanê hatîye helbjartin. di duvde stratîcyeta IFID bi baraptir a derbrînên xove hatîne bkarhînan bi rêjeya 25%  û ji girngtiryan jî: ( li min bibure, qusîrî efuke.) taybetmendîyeka dîjî bi hejmarek kêmtir ji stratîcyetên serî hatîye bkarhînan, bi rêjeya 8 % bûye, ku takekesên kurd, di ewê bawerêdane, eger yarîkerekê ewan tûşî evan core rudanan bibît, dê hewldeyn bo ruhnkeyn,ku me mebest pênebûye ew bhête êşandn. herçende hjmareka gelek zortiriya stratîcyetên lêburînxwaztin ê hene, lê ev hersê bi tinê di barudoxekê bi evî rengî de  di nav beşdarûyên meda dihête dîtn û helbjaratin.

2.2.3.Barê sêyê : peydabûna arîşê di navbera fermanberekî û rêveberî de ( nehatna fermanberî jbo kombûneka fermangehê)

    Ta radeyekê zor xelkê rojhelata navîn wekî takekesên europî girngî bi demî û ji vanan naden, li dev xelkê europî dê karekê zorê xrabbît,eger te jivanekê bi evî rengî hebît û to neçûbî, ku bi gelek şêweyan lêburîn pêdvîy e di evan barudoxan de bihête xwaztin û dbît gelek caran serpêçkar bhête szadan, lê ev çende li dev takekesên me gelek bi kêmî dhête dîtn.

   (Al-Adaleih, 2007:119-122  ) takekesên kurd jî wekî beşek ji xelkê rujhelata navîn gelek bi kêmî stratîcyetên lêburînxwaztin ê li dev dhêne bkarhînan,evejî ji ber ewê êkêye, ku ew  hewldden xwe ji evî barudoxî rzgarbken, bêyku hîç core lêburînxwaztinek bhêtekrn, çunkî ew di ewê bawerêdane, lêburînxwaztin di barekê bi evî rengî de nabîte egerê hndê ku ew arîşe bê deng bît, belku dûbare dbîte  azrandna arîşeyê. ji ber ewîy egerî jî hewldden xwe vedzînekê ji lêburînxwaztin ê bken, daku ew babet nehête azrandin, evejî hemî bo ewê çendê dizvrît ku çi duvçûn û pêrabûn li ser serpêçyeka bi evî rengî nînn. yan jî herwekî me di beşê tiyorî de amaje pêday, ku desthelatên rêveberî gelek zortrn ji yên fermanberî, ji berhndê jî fermanber dûdil dbît, ku lêburînê bxwazît ji tirsîna rêveberî ku girngî yê bi lêburîna ewy nedet, çunkî wekî me dyarkrî, xudan desthelat dşêt lêburîna kesê asay werbgrît yan jî retbket. lê çunkî me li ser pşkdarbûyên xu sepandbû ji bo helbjartina stratîcyeteka lêburînxwaztin ê, ev çend curên dwêney da di diyar hatîne helbjartin ji alyê takekesên govera behdînî.

wêneyê (7)

herwekî diyar ji 100 beşdarbûyan bi tinê bi rêjeya 30 % ji alyê kesan pena ji bo lêburînxwaztin a rastewxo ya (IFID) brîye û hatîye helbjartin. wekî  bkarhînana derbrînên:( li min bbure, ji dl daxwaza lêburînê dkem.) herwesa bi rêjeya  26% pşkdaran hewldaye ku rêveber bhête razîkrn, ku ew çenda çêbuy dûbare nabît. dîsa bi rêjeya 22% kesan jî hewldaye ewy barudoxî şruvebken yan li çend behaneyan bgern, daku bo rêveberî diyar bbît, ku ew çenda ruday ji egerê karekê girngê serpêçkkarîveye. derbrînên şermzarîyê bi rêjeya 15% û wergrtin a berprsyaretîyê bi rêjeya 7 % hatîne helbjartin.

2.2.3.Barê çiwarê: peydabûna arîşê di navbera bab û kurî de (sozê bdeye bababê xo ku to çakîtekî bo bkrî, belê to ji bîr bkey).

    Di barudoxekî de, ku kesekî soz dabîte babê xo, ku çakîtekî bo bkrît û serpêçkar soza xwe bchnehînît, dûbare ev barudoxe pêdvî bi çend stratîcyetên ciyawaze. tiştê di evî barîda dhête pêşbînîkrn, ewe ku şkandina sozêye li gel babî,  ku li dev hindek kesan bi tştekê asayî dhête danan, di demekîda gelekên dî hest pêdken, ku karekê krête û pêdvî bi lêburînxwaztinek a bilez û rastewxo ye.

wêneyê (8)

her wekî di datayan de hatîne pêşkêşkirin, li serî diyar dibît çend şêwazekên cuda cuda ji kurî bo babî hatîne dan, lê ya ji hemîyan berblavtir, stratîcyeta IFID,  bi rêjeya 35 % takekesên kurd, ku rabuy ne bikarhînana derbrînên wekî:  (bibure bab, ji dil daxwaza lêburînê dikem, gerdena min aza bike), ku ji derbrînên rastewxo û yên sade dihêne hejmartin û dşên gelek ji ewê azar û hesta nexoşa babî kêmbket. di duv da êkser beşdarbûyan hewldaye, ku bo babê xo bdene diyarkirn, ku hêşta yên li ser soza xo û dê dûbare sozên xo bchhînn herwekî diyar bi rêjeya  28 % ji beşdarbûyan stratîcyeta pêşnyazkirin jibo dûbare çakkrnê helbjartîye. daku hêşta dlê babî xo arambken bi rêjeya 20 % ji beşdarbûyan hewldaye, ku diyarbiken ewan mebest pênebûye soza xo negehîn ne encamî, belku ew soze hatîye jbîrkirin. di duvde şrovekirna barudoxî dhêt bi rêjeya 13 % ji kesan,ku bo babî xo ruhndken ew barudox bûye egerê hndê ew soze nehatîye bchhînan. di duvda bi hejmarek a kêm ji beşdarbûyan û bi rêjeya 4 % ji kesan razîbûna xo diyarkrîye li ser serpêçîya ewan encam day.

  • Encam :

     Di evê vekolînê de, em gehştin evan encamên li xwarê diyarkirî:

1- di barê hebûna arîşê di navbera dû kesên byanîda, dû stratîcyet hatîne bkarhînan, ewjî IFID û mebest pênebûnn, ku rêjeya sedî a IFID  ( 92 %)  û rêjeya sedî a mebest pênebûnê (  8 %)

2-di barê hebûna arîşê di navbera dû hevalanda, çar  stratyecyetên lêburînxwaztnê hatîne bkarhînan, ku rêjeya sedî a her êk ji ewan eveye: şrovekrna barudoxî (40 %),IFID (38 %), derbrîna şermzarîyê( 14%), wergrtina berprsyaretîyê dbîte (  8%).

3- di barê hebûna arîşê di navbera xuşk û brayên êk temenda sê stratîcyetên lêburînxwaztin ê hatîne bkarhînan,ku rêjeya sedîya her êk ji ewan bi evî rengîye: mebest pênebûn (35%), IFID ( 34 %) û pêşnyara çakkrnê bi rêjeya (31 %) hatîye bkarhînan.

4- di barê peydabûna arîşê di navbera dû hevkaranda zêdetr pena bo stratyecyeta derbrîna şermzarîyê  hatîye birn, bi rêjeya (47%) û di di duv de ev stratîcyetên lêburînxwaztnê dhên: IFID ( 30%), wergrtina berprsyarîyê ( 13%), razîbûn li ser serpêçîyê(8%) û belêndan bo dûbare encam nedanê(2%).

5- di barê  hebûna arîşê di navbera qutabî û mamostayda, şeş hatîne bkarhînan, ku ew û rêjeya ewan ya sedî evene:  IFID ( 32%), şrovekrna barudoxî(30%), pêşnyazkrn jbo dûbare çakkrnê( 22%), berprsyaretî wergrtin( 13%), herwesa dû ji stratîcetên dîjî bi şêweyekê kêm hatîne dîtn،, wekî derbrîna şermzarîyê( 2 %), derbrîna kêmasîya xwe (1%).

6- di barê hebûna arîşê di navbera rahênerî û yarîkerekî de, sê stratyecên lêburînxwaztin ê hatîne bkarhînan, bi evî rengî: grngîdana kesê beramber( 67% ), IFID (25%), mebest bênebû(8 %).

7- di barê peydabûna arîşê di navbera fermanberekî û rêveberîda, pênc stratîcyetên lêburînxwaztin ê hatîne bkarhînan, ku rêjeya ewan ya sedî bi evî rengîye: IFID (30 %) sozdan bo dûbare encam nedanê(26%), şrovekrna barudoxî (22%), derbrîna şermzarîyê(15%)û wergrtina berprsyaretîyê(7 %).

8- di bwarê peydabûna arîşê di navbera bab û kurî de, ev stratîcyetên lêburînxwaztin ê hatîne bkarhînan: IFID ( 35 %), pêşnyazkirn bo dûbare çakkirn ê (28%), mebest pênebûn( 20%), şrovekrna babetî(13%) û razîbûna li ser serpêçîyê (4 %).

Jêder

A- Bi zimanê kurdî:

1-şêrzad sebrî elî, piragmatic, çapxaney hacî haşim, hewlêr, le blawkrawekanî ekadîmyaî kurdî,  2014.

2- ebdulwahîd muşîr dizeyî, karîgerî hêz le peywendî nêwan axêweranda    lêkolîneweyekî pragmatîky e , govarî zanste mrovayetîyekan zankoy selahedîn, ji ( 42 ) , 2009.

3- ebdulwahîd muşîr dizeyî, zanstî pragmatic, çapî yekem, çapxaney pak, hewlêr, 2011.

4- qeys kakil tewfîq, corekanî rste û tiyorî kirde qsîyekan, namey master, kolîcî adab, zankoy selahedîn, 1995.

B- Bi zimanê înglîzî:

-AQUINO, K., TRIPP, T.M. and BIES, R.J. (2006) Getting even or moving on? Power, procedural justice, and types of offense as predictors of revenge, forgiveness, reconciliation, and avoidance in organizations. Journal of Applied Psychology, 91 (3), pp. 653.

-Austin, J. L. (1962). How to do things with words. New York: Oxford University Press.

-Ayad Ahmed.2017. The Pragmatics of Apology Speech Act Behaviour in Iraqi Arabic and English. De Montfort University-UK

– Al Adaileh, B.A.( 2007).The Speech Act of Apology. A linguistic Exploration of Politeness Orientation in British and Jordanian Culture. Unpublished Doctoral Dissertation, leeds University

-BLUM-KULKA, S. and OLSHTAIN, E. (1984) Requests and Apologies: A Cross-Cultural Study of Speech Act Realization Patterns(CCSARP). Applied Linguistics, 5 (3), pp. 196-213.

-Brown, Penelope and Stephen Levinson. 1987. Politeness: Some Universals in Language Usage. Cambridge: CUP.

-Cohen, A. & Olshtain, E. (1983). Apology: A speech act set. In Wolfson & E. Judd (Eds.), Sociolinguistics and Language Acquisition (18-35). Rowley, MA: Newbury House.

-Cohen, J.R.(1999).Advising Clients to Apologize. California: California University press.http://eprints.undip.ac.edu/24677/2/APOLOGY_STRATEGIES_USED_IN_READER.

-Chamani,F & Zareipur, P.(2010). Across-cultural study of Apologies in British and Persian, concentric: studies in Lingustics 36.1: 133-153.

-Deutschmann, M. (2003). Apologising in British English. Unpublished Doctoral Dissertation, Umeå University.

-Fareeq Ali Hassan. 2014. Apology Strategies in Central Kurdish with Reference to English: An Empirical Study in Socio-Pragmatics. Doctoral Dissertation, University of Wales Bangor, UK.

-Fraser, Bruce. 1990. Perspectives on politeness. Journal of Pragmatics 14: 219-36.

-Garcia, C. (1989). “Apologizing in English: Politeness Strategies Used by Native and Non-native Speakers”.http://maj./teaching /appology/journal,

-Gill, K. (2000) The moral functions of an apology. In The Philosophical Forum. Volume XXXI, No. 1.11 -27.

-Goffman, E. (1972). On face-work: An analysis of Ritual Elements in Social Interaction.Harmondsworth:Penguin http://www.indiana.edu/~discprag/spch_apologie s.html

-Holmes,J.(1990).”Apologies in New Zealand English.” http://www.english.nu.ac.th/librARY/MAEng/2006/MAE ng06-IS015.pdf

-HOLMES, J. (1993) New Zealand women are good to talk to: An analysis of politeness strategies in interaction. Journal of Pragmatics, 20 (2), pp. 91-116.

-HUSSEIN, R.F. and HAMMOURI, M.T. (1998) Strategies of apology in Jordanian Arabic and American English. Grazer Linguistische Studien, (49), pp. 37-50.

-Kaya. BILINGUAL PRAGMATIC COMPETENCE: TURKISH-GERMAN BILINGUALS APOLOGISING STRATEGIES. Doctoral Dissertation submitted to Duisburg-Essen, Standort Essen. 2012

-KIGER, P.J. (2004) .The art of the apology The right amount of contrition can significantly reduce the cost of settling lawsuits. Workforce Management, 83 (10), pp. 57-64.

– Mulamba, K . (2009). SOCIAL BELIEFS FOR THE REALIZATION OF THE SPEECHACTS OF APOLOGY AND COMPLAINT AS DEFINED IN CILUBA, FRENCH, AND ENGLISH1. International Pragmatics Association. Pragmatics 19:4.543-564

-Leech, G.( 2014) .The Pragmatics of Politeness. Oxford: Oxford University Press.

-Robin E. Ebert. 2008 ATTORNEYS, TELL YOUR CLIENTS TO SAY THEY’RE SORRY: APOLOGIES IN THE HEALTH CARE INDUSTRY. Indiana University School of Law. Vol. 5:337

-Salehi.The Effect of Instruction on the Development of Pragmatic Competence. Sharif University of Technology.   https://www.researchgate.net/publication/274185507. 2013

-Searle.J.R,( 1969). Speech Acts, Cambridge University Press.

-Sugimoto.N.(1999).Japanese apology across disciplines, NewYork : Nova  Science Publishers.

– Kitao.S.K and Kenji Kitao.K. (2013). Apologies, Apology Strategies, and Apology Forms for Non-Apologies in a Spoken Corpus. Journal of Culture and Information Science, 8(2), 1-13.

5/5 - (3 أصوات)

المركز الديمقراطى العربى

المركز الديمقراطي العربي مؤسسة مستقلة تعمل فى اطار البحث العلمى والتحليلى فى القضايا الاستراتيجية والسياسية والاقتصادية، ويهدف بشكل اساسى الى دراسة القضايا العربية وانماط التفاعل بين الدول العربية حكومات وشعوبا ومنظمات غير حكومية.

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى