Research studies

SÎNARYO Û BERHEMÊN EDEBÎ WEK JÊDERA SÎNARYOYAN

Literary works as a source in cinema scenarios

 

Prepared by the researcher : BIRYAR KAMAL OMAR – Mamosteyê zanîngeha Newroz li Herêma Kurdistanê- Iraq

Democratic Arab Center

International Journal of Kurdish Studies : Second issue – July 2023

A Periodical International Journal published by the “Democratic Arab Center” Germany – Berlin

Nationales ISSN-Zentrum für Deutschland
ISSN  2751-3858
International Journal of Kurdish Studies

:To download the pdf version of the research papers, please visit the following link

https://democraticac.de/wp-content/uploads/2023/06/%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%AC%D9%84%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D9%8A%D8%A9-%D9%84%D9%84%D8%AF%D8%B1%D8%A7%D8%B3%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D9%83%D8%B1%D8%AF%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%AF%D8%AF-%D8%A7%D9%84%D8%AB%D8%A7%D9%86%D9%8A-%D8%AA%D9%85%D9%88%D8%B2-%E2%80%93-%D9%8A%D9%88%D9%84%D9%8A%D9%88-2023.pdf

Kurte

Berhemên edebî dihêne hijmartin yek ji jêderên serekî yêt nivîsîna sînaryo ye û hizrên sînemayî, karên edebî jî gelek in û curbicur in û ji kurteçîrok, roman, deqên edebî yan şanoyî, gotarên edebî yên biçûk pêk dihên ya giring nîne li ser nivîserî ku ji deqê edebî dernekeve, belku divê pitir ew ronahiyê bêxîte ser wan xalan ên ku bi dilê wî û ew tiştê dê harîkariya wî ket ji bo derêxistina wêneyekî bi hêz û fîlmekî baş, lewra ew dişêt gelek guherînan bêxîte di gelek cihêt deqê edebî de, çi avahiyê çîrokê yan kesayetî û naverok û jîngeh û diyalog. Sînaryoyê ji babetekî gelek berfireh û zehmet e, çunkî zanist û huner divêt babet ne bi tenê behsê raman û mêjûya wê bihête kirin, belku behs bihête kirin kanê bi hûrî dê çawa sînaryo ji jêderên wê bihête wergirtin û çawa bihête paqijkirin û rêkxistin û paşê bibîte sînaryo û hevpeyvîn û heta bibîte fîlm, lewra hêvî dikem ev babete bi giringî bihête wergirtin û berfirehtir bihête behskirin. Di vê xebata hejar de min gelek zehmet dîtin, çunkî pirtûkxaneya kurdî vala bû û ji bilî yek pirtûka wergêrayî ji zimanê farsî bo zimanê kurdî bi navê Sînaryo ya Xeyrî Muhemed, çi tiştê dî nebû, lewra neçar bûm li pirtûkên biyanî bigerim û piştî bidestxistina wan zor bi zehmet, çunkî pirtûkxaneyên me zor kêm giringiyê didene sînemayê lewra xwe pirtûkên biyanî jî bi zehmet bi dest min ketin, ev nivîsîne hemî hate wergêran, lewra jî li gelek cihên vê vekolînê pitir tama wergêranê jê dihêt ji ya vekolînê. Naveroka vê xebatê ji du beşan pêk dihêt, di beşê yekê de me sînaryo zarav û pênase, jêderêt sînaryoyê, pêngavên nivîsîna sînaryoyê, şêwazê çîrokê, bîroka sînaryoyê, derbasbûn ji pêşbîniya bînerî, îqtibaskirin û kopîkirin bi kurtî behs kirine. Beşe duyê, edebiyat û sînaryo, berhevkirina sînaryoyê ji berhemên edebî, hevbeşî û ciyawazî di navbera sînaryo û romanê de bi xwe ve digirît.

Abstract

Literary works are among the primary sources for writing screenplays and cinematic ideas, they are many and varied, consisting of short stories, novels, plays, and others. This paper will highlight the different parts of literature, story or character structure, content, environment, and dialogue. The scenario is an extensive and difficult topic. It is a science and an art. It should be discussed in detail how the script is obtained from its sources, how to obtain the script from its sources, how to revise and organize it, and other elements should be studied. In this study, I encountered several difficulties, most notably that the Kurdish library lacks such references, as it does not pay much attention to cinema, so I had to search for foreign references on this subject. After obtaining them with great difficulty, they were all translated so that the work looked like a translation more than studying. The content of this work consists of two parts, in the first part we mentioned briefly the language of the text and its definition, the sources of the text, the steps of writing the script, the style of the story, the background of the text, and the transition between visual prediction, quotation, and copying. The second part, Literature, and Script compare the script to literary works and the similarities and differences between the script and the novel.

الأعمال الأدبية كمصدر في سيناريوهات السينما

ملخص :

تعدُّ الأعمال الأدبية من المصادر الرئيسية لكتابة السيناريو والأفكار السينمائية، وهي كثيرة ومتنوعة، تتكون من قصص قصيرة وروايات ومسرحيات وغيرها. هذه الورقة ستسلط الضوء على الأجزاء المختلفة من الأدب، وهيكل القصة أو الشخصية والمحتوى و البيئة والحوار. السيناريو موضوع واسع جداً وصعب، فهو علم وفن، ينبغي دراسة كيفية الحصول على السيناريو من مصادره وكيفية تنقيحه وتنظيمه، وغيرها من العناصر. واجهتُ في هذه الدراسة صعوبة عدة ، أبرزها أن المكتبة الكردية تفتقر إلى مثل هذه المراجع ، فهي لا تولي اهتماماً كبيراً بالسينما،  لذلك اضطررتُ إلى البحث عن مراجع أجنبية حول هذا الموضوع، وبعد الحصول عليها بصعوبة كبيرة، تمت ترجمتها كلها، حتى بدا العمل كأنه ترجمة أكثر منه دراسة. يتكون محتوى هذا العمل من جزأين ، في الجزء الأول ذكرنا بإيجاز لغة النص وتعريفه، ومصادر النص، وخطوات كتابة السيناريو، وأسلوب القصة، وخلفية النص، والانتقال بين التنبؤ البصري والاقتباس والنسخ. الجزء الثاني، الأدب والسيناريو ، يقارن السيناريو بالأعمال الأدبية ، وأوجه الشبه والاختلاف بين السيناريو والرواية.

Destpêk

Edeb û sînema du zimanên berçav in ku yek nivîsîn e û ya dî wêne ye, herwesa xuya ye jî, ku em yê di çerxekî de dijîn hemî kes hez dikin di kêmtirîn dem de pitirîn pêzanînan werbigirin û fêr bibin. Di demeke wisa de fîlmê ku ji berhemeke edebî hatiye çêkirin reng e vê armanca mirovî bi cî bihînît, wate di demeke kêm de mirov dixwînît, dibînît, têdigehît, mifa jê werdigîrt.

Ji layekî dî ve zimanê sînemayê zimanekî berbelav e û cîhanî ye û harîkariya mirovî diket ku peywendiyê bi hev du bikin, vêca hez key bila ev mirove ji kîj milletî bin yan xudanên kîj kulturî bin yan li kîj demî û li kî ve bin. Li pey deverên cografî zimanê deverekê ji ya dî ciyawaz e, wate zimanê pirtûkekê jî ji yê dî ciyawaz e û da ku mirov pirtûkên hemî deveran bixwînît pêdivî ye şarezayê ziman û rêzimana hemî dever û hemî welatan bît û ev çende jî bo kesê dest nadet, lê sînema li vir li hewara mirovî dihêt û vê şiyanê bo mirovî desteber diket û harîkariya mirovî diket ku barê xwe yê kulturî bigehînîte xelkî li seranserî cîhanê û peywendiyan digel wan xurt biket.

Sînaryo janrekî ciwane e li cîhanê ku jiyê wê bi tenê çerxek e ew jî piştî derketina kamera, wêneyên livok û derketina sînemayê bû ku yekem fîlm ji layê her du bira Lumière ve bi navê Şemendefêr hat dirustkirin. Paşê hewl hate dan hindek çîrok bikin fîlm lê wesa bo wan xuya bû ku ciyawazî di navbera şanogeriyê û fîlmî de heye û divê ew plan yan belavkirina çîrokê ya dihête dirustkirin bo fîlmî ciyawaz bû û gotinên wê dabeş kirin û planê sînaryo, giringiya wê li naverasta çerxê bîstê pitir lê hat piştî ku sînaryo bi axaftin derkeftî, lewra jî bi hayê sînaryoyê pitir lê hat. Çunkî giringiya sînemayê pitir lê hat û êdî bînerê wê zortir lê hat, lewra jî taybetmend bo nivîsîna sînaryoyê derketin navê wan bû sînarîst û roj bi roj sînema bi bihatir lê dihêt.

Sînaryoya sînemayê bi zimanekî taybet dihête nivîsîn ku yê araste kiriye bi tenê bo taybetmend û teknîkar û hunermendên ku dikene fîlm, ku bîner dê bi deng û reng bibînît, lewra rolê peyvê di nivîsîna sînaryoyê de, rolekî berwext e, bo saluxdana her tiştê ku di şiyan de ye bihête dîtin û gwe lê bûn bi tenê.

Çunkî eger em ji nêzîk berê xwe bidin sînemayên cîhanî çi Hollywood yan Bollywood yan sînema Ewrûpî hwd bi dehan fîlm hatine dirustkirin li ser çîrokên wan, dibît kêm babet mabin wan nekirîne fîlm, lê di nava milletê me de bi hezaran çîrok û serhatî hene, hêşta kesê behs nekirine çi yên mêjûya kevin yan mêjûya nû çîrokên jiyana rojane ku hemî hêşta der nevekirî ne û kesî behs nekiriye.

BEŞÊ YEKÊ

  • Têgehê Sînaryoyê

Zaravê Sînaryoyê

Nîjadê peyva sînaryoyê bo zimanê îtalî scenario dizîvirît, ji peyva latînî sceanarium bi ramana dîmenê şanoyê hatiye wergirtin û ramana wê endazeyî anku valahiya dîmenî, kesê sînaryoyê dinivîsît dibêjinê sînarîst.

Bo mawê çerx û nîva ev peyve taybet bo nîşandanên şanogeriyê yan plana hûr ya romaneke diyarkirî dihate bikarînan, ta ku çerxê hejdê ji nû gehişte Fransa û di sala 1907an de bi rêka Joric Mîlnîr, bo têgehê xwe yê nû anku çîroka amade bo wênekirinê hate bikarînan.[1]

Ramana sînaryoyê anku nîşandana saluxdana hemî dîmen û girte û hevpeyvînên ku dê fîlm li ser bihête avakirin, bi rêkeke hûr li ser kaxezê ji birînê heta pêkvegirêdanê û paşê montajê. Piştî serbixwetiya sînemayê wek hunerekê ku taybetmendiyên xwe yên teknîkî, ciwanî, hunerî wek hunerên dî, hêj nû sînaryoyê bihayê xwe wergirt. Ev hunere di nava tura hunerên ciwan de bi hunerê heftan hate nasîn û bû huner û pîşesazî û bazirganiyeke bi mifa, bi hatina fîlmê bi axaftin di sala 1927an de, fîlmê stranbêjê cazê Alan Grusland, bihayê sînaryoyê pitir lê hat.[2]

Pênasekirina Sînaryoyê

Sînaryo; çîrokek e dihête vegêran bi nivîsîn li ser kaxezê, ku dihête nîşandan bi rêka wêneyan. Her tiştekî em li ser şaşê bibînin, sînaryo dihête hijmartin heykel yan çarçovê giştî yê fîlmî, ku çîrok û babetê fîlmî bi rêka wê dihêne diyarkirin, dîsan çêkirina rûdanê û kesayetiyên sînaryoyê, wêneyê bi zimanî û avahiyê giştî yê ku dê bi rêka wêne û livînê bihête wênekirin, ku dibîte deqekê navbend di navbera romanê û wêneyê dihête nîşandan de li ser şaşê, anku li ser zincîreyeke mîkanîzmên veguhastinê ji tevnê deqê romanê û şêwazê wê yê navnicî (xwandî û fentazî) bo şêwazê wê yê siyanî, (dîtî û guhlêbûyî û livok) sînaryo bo derhênerî û kesên dî yên fîlmî çêdiken, zimanê serekî yê rêkxistina karê sînemayî ye, wekî me got wênekirin û hizirkirina wî tiştî dê ku li ser şaşê bihête nîşandan û bîner bibînin.[3]

Luys Hîrman sînaryoyê pênase diket û dibêjît: Sînaryo saluxdana hûr e yek li dûv yekê dihête nivîsîn, ku deng û rengan kom diket, paşê vê planê pêşkêşî derhênerî diket, ku ew bi karê cihbicihkirina wê û wergêrana wê bo tiştekî dîtî û guhlêbûyî.[4]

Belê, Rîmund Sbuytûd, sînaryoyê pênase diket bi rêka ravekirina siruştê rolê peyvan bi karînayî di nivîsînê de, demê dibêjît: Sînaryo tomarkirina ramanêt wênekirî ye, bi rêka bikarînana peyvan, ku paşê dihêne wergêran bo kartêkirinêt wênekirî bi rêka kamerayê û derhênerî, ji ber hindê sereray ku sînaryo piştbestinê dikete ser peyvê di nivîsînî de, belê li destpêkê ji wêneyî dibît. Yorufkîn dibêjît: Sînaryo fîlmê paşerojê ye yan fîlmê li ser kaxezê nivîsî ye.[5]

1.2. Jêderêt Sînaryoyê :

Divêt her kesek bizanît ku çi tiştê nû di jiyanê de nîne, anku hemî tişt tê dubarekirîn lê her zimanekî bi şêweyekî û li dûv pêwîstiya wî zimanî tişt dihête dirustkirin, lewra jî nivîserê sînaryoyê hemî gava babetê xwe ji derdora jîngeha xwe hildibijêrît, lewra nivîserê sînaryoyê yan çîroka sînemayî, demê hizrek bo çêdibît yan guh li çîrokekê yan rûdanekê dibît, bi şiyan û şarezatiya xwe wê hizrê bi pêş dêxît û dêxîte ber vekolînan, ta ku dişêt madekî jê dirust biket bikêr hindê bihêt bibîte sînaryoyeka serkeftî û rastgoyî tê de hebît. Jêderên sînaryoyê curbicur in, wekî evêt li xwarê:

Karêt Edebî:

Karêt edebî dihêne hijmartin yek ji jêderêt serekî yêt nivîsîna sînaryoyê û hizrêt sînemayî. Karêt edebî jî gelek in û curbicur in û ji kurteçîrok, roman, deqêt edebî yan şanoyî, gotarêt edebî yêt biçûk pêk dihên ya giring nîne li ser nivîserî ku ji deqê edebî dernekevît, belku divêt pitir ew ronahiyê bêxîte ser wan xalan yêt ku bi dilê wî û ew tiştê dê harîkariya wî biket ji bo derêxistina wêneyekî bihêz û fîlmekî baş, lewra ew dişêt gelek guherînan bêxîte di gelek cihêt deqê edebî de, çi avahiyê çîrokê yan kesayetî û naverok û jîngeh û diyalog.[6]

Mêjû

Naplîun dibêjît “gel bi mêjûya xwe dihêne nasîn, dîroka mirovayetiyê pir e ji rûdan û serhatî û çîrok û şer û karêt serkeftinê û pêşkeftina mirovayetiyê, lewra nivîserê sînaryoyê dişêt van rûdanan bikete babetê sînaryoyê, li dûv jêderêt mêjûyî û cih û dem û kesayetiyêt her rûdanekî bigerhît herwesa sererayî vê hemiyê nivîser dişêt bi şiyan û hizirkirin û hêza xwe hindek rehendêt dî bidete karê xwe.[7]

Çîvanok

Çîvanok yek ji jêderêt giring e bo afirandinêt sînemayî, ji ber ku gelek şêwazêt serekî yêt ku hunerê çîrokê piştbestiyê li ser diket, wekî şêwazê vîna Mem û Zîn, Romeo û Juliet, şêwazê tolvekirinê Wodîb hwd, sereray vê çendê jî endîşeyeke dewlemend ya tê de heye, dibît gelek caran çîvanok ne ketwarî bin, lê dibît gêwlê gelek kesa têr biken, ew çîrok in yêt ku mirovayetî li ser hatiye danan, ji ber hindê hemî gava mirov hez diket wan çîroka bizanît, da ku bizanît nîjadê her tiştekî ji kî ve hatiye.

Ji layekî dî ve, “Dibît nivîser bi xwe tiştekî ji fentaziya xwe binivîsît, ku wî tiştê nîjadekî kevin yê wergirtî ji çîrokêt aşopî û dastanêt kevn êt ku her berebabekî bo yê dî vegêrayî ne, wekî çîrokêt destpêka jiyanê û gelekêt dî, gelek caran jî nivîser hindek çîrok û çîvanokêt kevin yêt ku kartêkirinê li ser jiyana îro diken hilbijêrît û dikete sînaryo.[8]

Rûdanêt Giştî

Gelek caran deng û basek li ser şaşa kenaleke telewîzyonî, yan li radîw û laperêt sayt û rojnameyan dihête belavkirin dibîte hoyê peydakirina hizra sînaryoyekê li dev nivîserî, lewra li ser nivîserê sînaryoyê fer e berdewam li dûv deng û basêt rojane û rûdanêt civakî biçît, da ku digel pêşketina jiyanê bijît û bişêt tiştê tijî rastgo û nêzîkî jiyana xelkî pêşkêş biket. Ji ber vê çendê divêt zelal bît li ser hemî rûdanêt giştî yêt ku kartêkirinê li ser civakî bi giştî diken, wek karesatêt siruştî û aborî û rûdanêt siyasî yêt giring, herwesa rûdanêt civakî wekî derketina yasayêt babetêt civakî çare diken, li vêrê rûberê afirandinê li ber nivîserî zor berfireh dibît û nivîser ne bi tenê karî li ser arîşêt civakî diket, belku kartêkirina wê arîşê li ser civakî, dîtina civakî û wergirtina wî bo wê arîşê, wek eger hat û rûdaneke siruştî, wek hişkesaliyê peyda bû, li vêrê nivîser dişêt kartêkirina vê arîşê li ser jiyana xelkî diyar biket, bi rêka diyarkirina jiyana hindek kesan.[9]

Dîmenêt Rojane yêt Jiyanê

Ji giringtirîn saluxetêt nivîserê sînaryoyê ew in, yê bi hêz bît bo têbînîkirin û şirovekirina her babetekî, lewra nivîser dişêt hizrêt xwe yêt nivîsîna sînaryoyê ji jiyana rojane û rûdanêt taybet bûyî ve wergirît, bi mercekê ew xwe ji hestêt xwe yêt taybet beramber her babetekî dûr bêxêt ji ber ku dîtina wî bo babetî dibît ya ciyawazî bît ji ya xelkî bi giştî, divêt hindî di şiyan de bît ew xwe nêzîkî cihê rûdanê biket û pirsiyarê ji wan kesêt li wir biket û dîtina wan bo babetî bizanît, da ku bişêt karekî baş encam bidet.

Ya baş ew e nivîser ew rûdanêt ne siruştî û serincrakêşêt rojane di jiyana xwe de dibînît, li dev xwe binivîsît heke xwe çend serqelemk û ne biserûber jî bin, bi borîna demî dê gencîneka berfireh ji hizir û rûdanêt baş li ber destî wî hebin û dê bişêt bêxîte di xizmeta karê xwe yê sînemayî de.[10]

Serborêt Kesayetî (Biyografî)

Gelek caran nivîser bi xwe rûdanêt jiyana xwe ya taybet dikete fîlm, lê divêt ew rûdan giring û giştî bin, ne bi tenê li dev nivîserê giring bin, lewra divêt nivîser li demê wergirtina babetekî ji jiyana xwe, xwe bi danît kesekî cuda û bê layen da ku bişêt wî tiştî berhem bînît yê ku li dev xelkî bi giştî yê giring bît.[11]

Hizir û Fentazya

Fentazya ew e demê ku hizir û bîroke di aşopî û ji radeyî beder bin, dibît gelek caran ev cure jêder tijî hizrêt baş û ciyawaz bin, wek fîlmêt Terzanî, dibît jî gelek caran ew aşopiya nêzîkî rastiyê ketwarî bît, ku bîner bawer diket, gelek hizrêt fentazyayî ji çîrokêt ketwarî û mêjûyî û çîvanokî dihêne wergirtin, belê dihêne pêşêxistin û aşop digel dihête têkelkirin ta ku ji şêweyê wan ê dirust dihêne dûrêxistin.

Dibît ew hizir ya zanistî bît û nivîserî ji binwaşekê zanistî wergirtibît, ku ew tişt bi rastî hebît û pêşveçûna wî tiştî di hizra xwe de dirust biket û bikete sînaryo, wekî wan fîlmêt dihêne dirustkirin li dor rûdanêt stêr û heyv û extera, divêt nivîser şareza bît li ser wan tiştêt zanistî da ku bişêt karekî baş encam bidet. Dibît fîlm têkel bît, destpêka wê ya zanistî û rast bît û pîç pîçe bîte tiştekî aşopî ku nivîser di hizra xwe de dirust diket, wekî wan fîlman yêt ku seferê berev paşerojê yan pêşerojê diken.

Dibît jî ku hizra nivîserî hizreke aşopî (fentazî) ya gelek bilindbêj bît, wekî wan fîlman yêt ku çi cara rûdanêt wan di ketwarî de çênebûyî û çênabin, wek wan fîlman yêt ku arîşêt gela digel serkirdêt wan bi şêweyekî zor dûr ji dûrhêlî diyar diken.[12]

Hindek Jêderêt Dî

Jêderêt nivîsîna sînaryoyê gelek in û mirov neşêt hemiyan diyar biket, zêdebarî wan jêderêt me li serî diyar kirîn, gelekêt dî jî hene wek gelek caran peyvêt hozanekê ya stranekê yan gotineke mezinan, navê cihekî yan kesekî yan dibît nivîser xewnekê bibînît û ev xewne bibîte jêderê nivîsînekê.

Ya fer ew e nivîser piştî hizrê peyda diket, hemî şiyanêt xwe bimezêxît da ku bişêt wê hizrê paqij biket ji tiştêt bê mifa û dewlemend biket ji tiştêt bi mifa da ku derencam karekî zor baş û bi dilê piraniya bîneran encam bidet.[13]

1.3. Pêngavên nivîsîna sînaryoyê

Berî nivîsîna sînaryoyê divêt hizreke dramî ya bikêr destnîşan kirin û babetê sînaryoyê bihête diyarkirin, wek hevrikî di navbera viyan û kerbê de, paşê nivîsîna kurtiyê (sînupsî), ku ji lapereyekî ta sê laperan, paşê ev kurtiye dihête dirêjkirin bi hûriya rûdan û hevpeyvînê û dirustkirina rûdanê li dûv rîtim û dirêjiya fîlmî.[14]

1.4.Şêwazê Çîrokê

Fîlmê Rutman Berlîn dîzayneke taybet heye, jiyana rojeke bajarê Berlîn bo me diyar kiriye, wêneyê wê bi şêweyekî demî yê rêkxistî bo me diyar kiriye, ku bi bêdengî dest pê diket demê kirêkar ji xew radibin û xwe lêkden berî roj bihelêt, paşê yên dî û hêdî hêdî hemî diçine ser karên xwe û jiyan dest pê diket heta roj temam dibît û dibîte şev û karên şevê û hemî bizav û karên wan bi şev û roj derdikevin, ku evî fîlmî şêwazekî niyas bi xwe ve girtiye, her beşekî dîzayneke taybet bi xwe ve heye.[15]

Dibît babetê fîlmekî dî şêwazekê dî bît, ji her beşekî bo yê dî bê guman pêdivî nabît ku hemî caran yê lêkdayî bît bi şêweyê demî, bo nimûne dibît fîlm behsê babetê kuştinekê biket yan evînî yan rewşenbîriya leşî hwd, yan her babetekî dî, behs kirin û çûna di nav babetî de û pêşketin û dûmahîk înan, divêt dîzayn hebît.[16]

Şêwazê dirust û berniyasê her sînaryoyekê ji sê beşan pêk dihêt:[17]

Destpêk: Divêt destpêk ron û rêkxistî bît ku sînarîst bi sanahî kesayetiyên xwe û babetî xwe bidete nasîn û bişêt bînera bêxîte xefkê, da ku she bikene fîlmî û bi sanahî û şêweyekî dramî babetê fîlmî dest pê biket.

Nîvek: Divêt li berxuşkirî bît, çunkî tu berev gupîtkê ve diçî, çunkî te babet û kesayetiyên dayine nasîn û li vêrê dê çîrok diyar bît belê divêt bo bîneran diyar nebît ka dê dûmahîk çi lê bihêt.

Dumahîk: Li vêrê gupît ku dûmahîka çîrokê dê dest pê biket û babet dihête çareserkirin.

Di vêt avakirna çîrokê bikevîte li jêr sê xalên serekî:[18]

  1. Hevsengî di navbera beşên wê de.
  2. Demekê destnîşankirî: Merem jê bikarînana regezên ciyawaz e yên çîrokê, di cihê wan yê dirust de û li demê guncayî.
  3. Kurtî û çirî: Vegêrana çîrokê ya aşkera bît, ku bînerî hêdî hêdî berev armancê ve bibet, da ku ji armancê û hizra serekî nerevît û babetê hatiye behskirin, sînaryo bixwe di binê koka xwe de dê bibîte diyarkirina rûdan û helwesta, yên ku bi rêka rûdanan diyar dibin, rênîşander e bo pêkve girêdana kesayetiyan, di çarçovê rûdana serekî ya babetî de, li ser binemayeke beraqil.

1.5. Bîroka Sînaryoyê

Bîroke anku puxteyeke kurt, behsê naveroka çîrokê diket, herwesa bo me diyar diket ka qaremanî çi divêt, lewra bîroke pêngava yekê ye bo nivîsîna sînaryoyê.[19]

Sînaryo ji layê bîrokê ve dibîte du cur:[20]

Curê yekê: Sînaryo behs li bîrokeyeke mezin diket: Ev curê sînaryoyê, piştbestiyê li ser livînê diket, di şiyan de ye ev çîroke bi hindek gotinêt kêm bihête kurtkirin. Ev curê çîrokan kêm in û cemawer kêm hez jê diket û divêt ev hemî regeze di çîrokê de diyar bibin, da ku bîroka wê ya kêm wêne bît, serincrakêşan di bîrokê de giringiyê didete çîrokê ne kesayetiyan. Ji ber hindê divêt puxte gelek giringiyê nedete bi saluxdana kesayetiyan, belê eve wê çendê nagehînît ku kesayetiyêt mezin di bîrokêt mezin de nînin, fîlmêt Stîvin Spîlbirg piştbestiyê dikene ser hizrêt mezin, belê kesayetiyêt fîlmêt wî jî xweştivî ne li dev bîneran.

Curê duyan: Sînaryoya behs li bîrokeyeke sade diket: Ev curê sînaryoyê piştbestiyê dikete ser kesayetiyê û hizrêt sade, giringiyê didete ser kesayetiyê ne ku rûdanan, çunkî ew li dor kesayetiyê dizîvirît û kawdanêt wê di rûdanêt curbicur da hevpeyvîn zor giring e di van curêt fîlman de, ev curê fîlman kêmtirîn ji 25% ji wan curêt dihêne bikarînan di sînemayê de, wek fîlmêt Woody Allen.

Hemî curêt çîrokan hatîne pêşkêşkirin bi şêweyekî yan bi yekî dî. Bi tenê tiştê wan jêk cuda diket ew e ku sînarîst hewl bidet rêkeke nû bi kar bînît ji bo dîtina çareyekê bi rêkeka nû bo hizreke kevin, wek fîlmê Ay tî yê Spielberg ku ew jî çarekirineke nû ye bo çîrokeke kevin (ciwan û dehbe) ku di vî fîlmî de zarokê biçûk cihê keçika ciwan digirît û bûnewerê esmanî cihê dehbeyî digirît, zarok ji dehbeyî ditirsît ta ku dizanît ku ew yê ji hejî viyana wî ye, herwesa ew hêmayê borîna demî diyar diket. Ew guleya ku digel borîna demî belgêt wê diwerin û bi şêweyê giyayekî hatiye nîşandan belgêt wê diçilmisin hindî saxlemiya Ay tî têk biçît.[21]

A- Kurtkirina Bîrokê

Eger te babetek hebît bo fîlmekî sînemayî û eger tu şiyayî vî babetî bi hindek ristêt kêm bidarêjî li ser binemayê rûdana dramî û kesayetî, li vêrê eve dê bibîte binemayê nivîsînê û dê bibîte destpêkek bo nivîsînê.

Dibît nivîser hizra sînaryoyê ji rojnameyekê yan deng û basekê telewîzyonê yan rûdanek li dewrûberêt wî rûda bît çi bi serê wî hatibît yan hevalekî hwd ku berî niha me bi dirêjî behs kir, gelek fîlmêt navdar babetêt çîroka wan çîrokêt rastîn e, dibît rûdaneke sade dê bibîte cihê serinca sînarîstî û sînarîst bi şiyanêt xwe dê wê rûdanê bêxîte ber hizir û vekolînê ta ku dişêt babetê xwe yê serekî li ser binemayê rûdana dramî û kesayetî dirust biket, eger sînarîst şiya bi kurtî derbirînê ji bîroka xwe biket û bêjît “çîroka min behsê vî kesî diket û li filan cihî û vî karî û vî.” demê ku ev bîroka kurt sînaryoyekê di mêşkê sînarîstî de dirust diket, li vêrê ew şiya kontrolê li ser bîrokê biket.[22]

B- Bîruke û cur

Baştirîn rêkêt avakirina çareseriyeke nû bo çîrokê ew e ku hemerengî bikevîte di karînana cur û bîrokê de.[23]

C- Guherîna curî

Guherîna curî dihête hejmartin rêkeke baş ji bo afirandina ku jiyekê nû bo çîrokeke kevin, wek Steven Spielberg di Ay tî de çîrokeke folklorî ya kevin kiriye fîlmek ji fîlmêt aşopa zanistî.[24]

E- Bikarînana pitir ji curekî:

Bikarînana pitir ji curekî rengekî nû didete çîroka kevin, curêt cura û cur gelek rehendan didene sînaryoyê ji layê zêdekirina bîroka û babetêt nû û hindek cur jî hene serinca bînerê vêgavê nakêşin, wek fîlmêt evîniyê û tirsê. Ji ber vê çendê zêdekirina gelek cura dibîte hoyê hindê ku eger hat û curek yê lawaz û serincnerakêş bû, li wî demî curê dî wê valatiyê tijî biket, ji ber vê çendê gelek caran em dibînin fîlmêt şeran û viyan û tirs û gelek cur pêkve girêdayî ne.[25]

  1. 6. Derbasbûn ji Pêşbîniya Bînerî

Eger sînarîstî viya dîtineke nû bidete çîrokê, ya fer li ser wî ew e ji nêzîk berê xwe bidete wan fîlmêt li pêşî wî hatine çêkirin, dîsan deqêt sînaryoyêt klasîkî bixwînît, herwesa fîlmêt serneketî yêt kevin û nû, ev dîtine dê şirovekirina pêk hatêt curê kesayetî û rûdanê bo bi sanahî bêxît, dîsan wan egera bizanît yêt ku dibine hoyê serketina hindek karêt klasîkî ji heman cur, dîsan dê bîte harîkar bo vekirina rêkê li ber ji bo çîrokeke baş ku ji pêşbîniya bînerî biborît.[26]

1.7. Îqtıbaskirin û Kopîkirin

Hunermend giyanekî dî didete tiştên li dewrûberên xwe û ew bi xwe jî demê digel wan di peywendiyê de bît, gêwlê wî geştir lê dihêt û eve haleteke ku tê de curekê yekbûnê û têkelbûnê di navbera min û yê dî-yê ji bilî min de çêdibît û yekgirtinek di navbera hunermendî û siruştî de diyar dibît.[27]

Çi car xeyal tiştekî ji nebûnê nafirît û afirandina hunerî ji encamê wan rûdanên cora û cor e, ku hatine dîtin yan bihîstin û herwesa ji bîrhatinên kesekî, civakî û mêjûyî ye, ku kartêkirinê li hizra hunermendî diket. Hindek caran hunermendî ageh ji vê çalakiya hizra xwe û hêza xeyala xwe heye û hizir û zanîna xwe li wî semtî didete karî û hindek caran jî bêyî agahdariya hunermendî çalakî di naxê wî de dihêne encamdan û di haletên aşub, cijbe û alham de berhemê hunerî digehite rêja tekûzatiyê (kamlanê).

Her çewa bît hokarên derekî jî rol di afirandina berhemên hunerî de heye û hindek deman hunermend xwe dêxîte di bin kartêkirina van hokarên derekî û dibînît bi vî rengî dê berhemê wî yê hunerî pitir bigehît.[28]

Îqtbaskirin bo fîlman çavlêkirin bît yan kopîkirina berhemên edebî bît, kiryareke ku nuh di sînemayê de bûye şêwazê karkirinê û di hunerên dî jî de ji kevin were li kar bûye û hêşta jiya dihête bikarînan. Em di edebiyatê de dîdevanên gelek îqtbaskirinan in, ku ji babetên edebî, mêjûyî û olî hatine wergirtin û berhemê ku ji van babetan peyda bûye berhemeke bihadar û nemir e di cîhana hunerî de. Evan berheman bi wê nasnama nû û serbixwe ya ku bi dest xwe ve înane. Yên şiyane berhemên xwe yên destpêkî bêxine jêr karîgeriyê û di piraniya deman de wek berhemeke bêhevta berheviya xwe di qadên cuda cuda yên hunerî de selmandiye. Gelek ji van renge qitbasan yên di meydanên curabicur ên hunerî yê Îranê û cîhanê de hene ku em dê amajê bi çendek ji wan bikin.[29]

Navên çend berhemên îqtbaskirî[30]:

  • Nivîsîna şanonama Hamlêt ji layê William Shakespeareî ve li pey rûdaneke dûrhêlî (waqî) ji mêjûya welatê Danîmarkê.
  • Nivîsîna şanonama William Tell ji layê Friedric Schillerî ve li pey mêjûya welatê Swîsra û şerê azadîxwaziya xelkê wê.
  • Nivîsîna şanonama Claws Geyser ji layê William Shakespeareî ve li pey rûdanekê ji mêjûya putark.
  • Nivîsîna du berhemên dilêriyê (hemasî) Ilyada û Odysseia ji layê Homeros hozanvanê Yewnana kevin ve li pey rûdanên welatê Yewnanê li serdemên berî Humerî.
  • Nivîsîna berhemî îranî yê navdar Şahname ji layê hozanvanê mezin ê îranî Hekîm Ebulqasim Firdewsî ve li pey dokumentên bi cî mayî ji mêjûya kevn a îranê û veguhastina wan ji zimanê pehlevî bo zimanê derî yan farsiya nû.
  • Rêkxistina çîroka navdar a Yusif û Zuleyxa ji layê Ebdulrehman Camî ve li pey çîroka Yusifî ya veguhastî ji Qur’ana pîroz.

BEŞÊ DUwê

2.1. Edebiyat û Sînaryo

Yekem çîroka sînemayê bi navê dizîna şemendefra mezin ya Eduyn Santun Burtir, di sala 1903yan de hatiye dirustkirin, boçûna hunermend û edîba ew bû ku fîlm jî şêwazeke ji şêwazên edebiyatî, belê di rastî de ev boçûn şaş e, çunke rast e fîlm û edeb derbirîne ji hindek helwestên destnîşankirî, ji fentazî û serbora hunermendî û edîbî derdikevin, ev helweste giriyê pêşve diben û wênekirina kesayetiya, diyarkirina jîngehê, belê amrazên vê derbirînê ji yekê bo ya dî ciyawaz in û binemayên teknîkî yên fîlmî û yên edebî nagehine yek gelek kêm nebît.[31] Gelek hewlên hatine dan da ku sînaryo wekî deqê şanoyê yan çîrokê bihête xwendin û demê xelkê normal jî sînaryoyê dixwînin da tamekê jê bibînin wekî çîrokê, ne bi tenê taybetmend dema dikene fîlm, belê ev hewl hemî sernekeftî ne çunkî sînaryo karlêkirinê digel wêne û muzîk û dengan diket, da ku wê tamê bidet ya ku dibîte fîlm û bîner xweşiyekê jê bibînin û li hemî cihên cîhanê biçine pêş fîlmî.[32] Gelek kêm deqên sînemayî dişên xweşiyê bo xwendevanî peyda biken, sereray hindê ku gelek kêm wê tamî ya ku fîlm didet peyda diken, deqê fîlmê hîçkuk (bakur li bakurê rojava) yê ku ernist lîmanî nivîsî, ku lîmanî behreya romanê ya heyî, ku dişêt serborên navxweyî bi rêka saluxetên rûdanên derekî diyar biket û şiyanên bilqêna nivîserê dramî di hevpeyvîna diyar û kêm de, di rastiyê de deqê (bakur li bakurê rojava) wekî pitiriya deqên hatine belavkirin, di naveroka xwe de têkeliyeke ji teknîkên romanê û nivêserê şanoyê, anku di naveroka xwe de şarezayeke edebî bo madê babetê deqê ji vî curî, mebest jê berçavkirina xwendevanî ye bo saluxetekê pêkve girêdayî, bi şêweyekî beraqil û giştî bo kiryar û axaftinên kesayetiya gelek kêm pêzanîn teknîkî wek birîna girta û dirêjkirina wan pêk hatiye hûr ya mîzansenî, deqê lîman, berdewamiya kiryara didete me ne ku berdewamiya girta.[33]

2.2. Berhevkirina Sînaryoyê ji Berhemên Edebî

Di pîşeya sînemayî de aliyê aboriyê berhevkirin û çêkirina fîlmekî ji giringtirîn prusan e û pêdivî ye li serê lîsta girêdayî bi fîlmekî bête danan. Piraniya caran xwe hêlan bi hêviya berhemeke edebî cihê baweriyê ye ku pêştir di bazarî de serkeftin bi destê xwe ve înabît û ji layê xwendevanan ve bi germî hatbîte pêşwazîkirin, her li serê rujê cure piştrastiyeke darayî û demana (grent) firotinê didete fîlmî, ku reng e ev piştrastî di berhemînana fîlmekî dî de nebît, ku çîroka wî pêştir nehatbîte xwendin. Bi gotineke dî; berhemînana fîlmekî ji çîrokeke nenavdar, corekî metirsiyê dihête hijmartin, ku ev pirs dişêt bibîte egerê sersûrman û turebûnê li nik berhemhênerî û bo carên dahatî rêjeya biwêriya wî li hember van core çîrokan dabezît.[34]

Ji layekî dî ve berhemînana fîlmekî li ser binyatê berhemekê edebî (roman, çîroka kurt û şanonamê) rêkê didete fîlmsazî ku dest bi çêkirina fîlmekî biket li ser binyatê çîrokeke destnîşankirî ku avahî û naverok û têgeheke baş hebît, ku çi pênevêt ev fîlm bi piştevaniya xwe ya edebî dê xudan serbixeyî û êketiya avahiyeke çêtir û baştir bît. Û fîlmsazî piraniya şiyanên xwe bo helbijartina babetî nadete kar, belku dê wan şiyanan li semta xuyakirina çîrokê ji zimanekî edebî bo zimanekî sînemayî (ku taybetmendî û awazeke şirovekirina taybet bi xwe ya heyî) dete karî.[35]

Navê çend fîlmekên îqtbaskirî ji berhemên edebî[36]

  1. Berhemînana fîlmê Oliver Twist li ser binyatê berhemê Charles Dickens (nivîserê îngilîzî 1812-1870)
  2. Berhemînana fîlmê Hejaran li ser binyatê berhemê Victor Hugo (nivîserê frensî 1802-1885)
  3. Berhemînana filmê Don Quijote li ser binyatê çîroka Miguel de Cervantes (nivîserê îspanî 1547-1616)
  4. Berhemînana filmê (Rumîw û Culêt) lser binyatê çîruka wîlyam şkispîrî.

5- Berhemînana fîlmê Robinson Crusoe li ser binyatê çîroka Daniel Defoe (nivîserê îngilîzî 1660-1731)

2.3. Hevbeşî û Ciyawazî di Navbera Sînaryo û Romanê de

 Her çend wekî pêştir me diyar kir, ku her du peyvê bi kar dînin wek amrazek bo derbirînê, belê rolê peyvê di her duyan de jêk cuda ye, ev çend jî bû çendîn ciyawaziya dizîvirît.

Sînaryoya sînemayê bi zimanekî taybet dihête nivîsîn ku yê araste kiriye bitnê bo taybetmend û teknîkar û hunermendên ku dêkene fîlm, ku bîner dê bi deng û reng bînît, lewra rolê peyvê di nivîsîna sînaryo de, roleke berwext e, bo saluxdana her tiştê ku dişyan daye bihête dîtin û gwe lê bûn bitnê, belê di romanê de divêt nivîser peyvê bi kar bînît da ku wêneyekî hizrî pêşkêşî xwendevanî biket, anku edîb peyvê bi kar dînît bo wergêrana fentazya xwe û li ser xwendevanî ewe ku peyvê di hizra xwe de berceste biket bi rêka peyvê.

Dîsan li ser hindê ciyawaziyeke cewherî dihête diyarkirin, di navbera xwe de rêkên derbirînê, ku nivîserê sînemayê yê girêdayî di zimanê xwe de di sînorên ketwarê madî bitnê de, belê edebê romanê dişêt ji van sînoran bo mewdayên berfirehtir biçît, ku zimanên derûnî û ruhî jî bi xwe ve digirin, dîsan hûrtirîn hizrên bêyî hemî tiştî jî bi xwe ve digirît, demê ku sînarîst ketwarê derûnî yê kesayetiyekê diyar diket, ewiyê girêdayî bi saloxdana rengvedanên derveyên hest pê kirî, da ku ew bi rêka wan ew tşê di nav de bihête diyarkirin, ya ku ev ketware dihête vegêran û derbirîn bi deng û reng jê dihête kirin, belê roman nivîs dişêt biçîte di nav derûnê mirovan de, da ku ew tiştê di nav dihête rûdan diyar biket, ku helçûnên wan bi hindek saluxetên diyar salux didet, bi hawşêweyên û hêmayên curaw cur, ku nivîserê sînemayê neşêt bi kar bînît, yan jî bi tenê eger bi kar bînît di sînorekî berteng bi tenê de, ew jî bo diyarkirinê bi tenê ne ku wênekirinê.[37]

Bo nimûne demê barîna rondikan bi lehiya dihête saluxdan yan turebûn bi volkan û heta dûmahîkî.

Dîsan kumeka dî ya ciyawaziya ku fîlm hemî li serêk û yek li dûv yek dihête behiskirin û hemî raman û mebest bi rêka dîtinê dihêne diyarkirin, belê di romanê de li çendîn cihan şiyan heye, rawestît û ramana hindek peyv û rista bihête diyarkirin, her dîsan rawestiyan û dîvçûn û hizirkirina hindek tiştan, dîsan romanivîs dê li ser her kesayetî çi baş çi xirab axivît û saluxetên wî diyar ket, belê sînaryo bi rêka birêveçûna rûdanan dê mirov zanît ka kî baş e û kî xirab e û her yek çi ye.

Gelek caran gelek hizir bo nivîserî çêdibin ku çîrokekê binivîsît belê caran piştî bi dûmahîk hatinê dê bînît, ku ew çîrok ya sade ye, yan hêşta demê wê nehatiye, dê wê çîrokê hêlîte di erşîfê xwe de û gelek caran jî rûdan û babetên mêjûyî, ew jî li dûv şarezayî û rewşenbîrî û hişyariya nivîserî dimînît, dem û rûdan û barûdux kartêkirinê li me hemiyan diken, bo nimûne tengaviya diravî ya mezin ya sala 1947, babetekê mezin e mirov dişêt bikete begrawnid bo gelek çîrokên komedî û dramî, siyasî û civakî, dîsan li rûdan û guherînên di jiyana mirovî ya rojane de çêdibin, her kesek azad e û mafê heye her rûdan û tiştekî heye bikete sînaryo, bêyî mafên kopîkirinê parastî bin, wek çewan Shakespeare azad bû bo jêgirtina babetên çîrokên xwe û nivîsîna jiyana wî xelkî hemiyê.[38]

Dîroka milletê kurd ya tijî rûdan û serhatiyên mezin û giring e û bi sedan sal e rûdan rû diden, ku her mirovekî kurd karesat û çîrokek û bîrhatinek digel van rûdanan heye û hêşta sînemaya kurdî dirust nebûye, anku hêşta ev çîrok hemî bi kar neînayne anku li ber her sînarîstekî gelek çîrok û babet yên hene ku bi hemî nermatî û azadî bi dilê xwe babeta jê bigirît.

Encam

  1. Di vê xebata kurt de bo me xuya dibît ku nivîsîna sînaryoyê karekî bi zehmet e û hewlên mezin bo divên eger berawird biken digel şanogeriyê yan roman û çîrokê, çunkî nivêserê wê divêt kesekî şareza bît di teknîka sînemayê de û yê zana bît li dûr mekanîzmên pîşesaziya fîlman û nihênî û fêlên wê, anku sînarîst mîna endazyarekî ye bo avakirina avahîyê sînemayê.
  2. Wekî bo me diyar bûye, ku jiyê sînaryoyê bi tenê 100 sal in, ji ber ku sînema nû hatiye dirustkirin, lê roj bi roj pitir giringî, bi sînemayê dihête dan, çunkî serdem serdemê lezatî û deng û rengan e, lewra dûr nabînim, sînaryo, bibîte giringtirîn curê edebiyat e.
  3. Êk ji jêderêt serekiyêt nivîsîna sînaryoyê û hizrêt sînemayî berhemên edebî ne û berhemên edebî jî gelek in û di curaw curn û ji wek (kurteçîrok, roman, deqêt edebî yan şanoyî, gotarêt edebî yêt biçûk).
  4. Ji layekî dî ve berhemînana fîlmekî di pîşeya sînemayî de piraniya caran xwe hêlan bi hêviya berhemeke edebî cihê baweriyê ye, ku pêştir di bazarî de serkeftin bi dest xwe ve înabît û ji layê xwendevanan ve bi germî hatibîte pêşwazîkirin, reng e ev piştrastî di berhemînana fîlmekî dî de nebît, ku çîroka wî pêştir nehatibîte xwendin.

Çavkanî

Pirtûk

Bi Kurdî

 Xeyrî, Muhemed, Sînariyo, wergêran: Gulî,Masud, dezgehê spîrêz yê çap û weşanê, çapxana Xanî, Dihuk, çapa êkê, 2007

Bi Erebî

 Adiryan Brunil, sînariyo alfilm alsînmaî, tircime: Mustefa Muherem , Menşurat wezare alisqafe – Dimeşq, altibe alawlî, 2007.

Cuzîf / Harî Fîldman, dînami ye alfilm, tircime: Qinawî, Mohemed Ebduliftah, elheîe al Misrî ye elame lilktab e , 1996.

 Luey Dî Cantînî, Fehim alsînma, (elsînma wa eladeb), tircime: cihfir Elî, alimkitbe alsînmaye, merakiş, 1993

Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, Fen kîtabe el sînariyo, dar elcindarî ye , Ordin– Aman, El elawlî 2009 .

Şawî, Burhan (Dr), Medxel alî alsînema alkurdye.

Sid fild, el sînariyo, tircime: Muhemed Samî, dar almamun liltircme wa elnişr, Bixdad, 1989

Yusif Aqîl Mehdî,(Dr ), cazbye alsure alsînmay ye, (drase fî cemalyat alsînma), dar alktab alcidîde alimtihde, Beyrut- Libnan, t1, 2001.

Înternet

 Elsêban Mona (Dr ), Malperê: elakadimye eleribî ye lilsînema wa eltîlfîzîun) (www.arabfilimtvischool.edu.eg).

Hemdawî Camîl (Dr), Keyfe tiktb el sînariyo el sînema?, 13/8/2007, malperê:https://pulpit.alwatanvoice.com/articles/2007/08/13/99844.html

Malperê: ( https://pulpit.alwatanvoice.com/articles/2007/08/13/99844.html)

Malperê : ( www.yabeyrouth.com ) https://www.yabeyrouth.com/3823-%D8%A7%D9%84%D8%B3%D9%8A%D9%86%D8%A7%D8%B1%D9%8A%D9%88

Malperê: (http://www.moqatel.com/openshare/Behoth/Fenon-Elam/senario1/SEC32.DOC_cvt.htm). Al mebhis el xamis waleşrun/ kîtabe el sînariyo.

[1]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, Fen kîtabe el sînariyo, dar elcindarî ye , Ordin, Aman, El elawlî 2009, R9.

[2]Hemdawî Camîl (Dr), Keyfe tiktb el sînariyo el sînema?, 13/8/2007, malperê:https://pulpit.alwatanvoice.com/articles/2007/08/13/99844. html)

[3]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, Fen Kîtabe el Sînariyo, r. 9-10.

[4]www.yabeyrouth.com/3823-%D8%A7%D9%84%D8%B3%D9%8A%D9%86%D8%A7%D8%B1%D9%8A%D9%88

[5]Heman jêder.

[6]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, Fen Kîtabe el-Sînariyo, r. 22- 23.

[7]Elseban Mona (Dr), malperê: elakadimye eleribî ye lilsînema wa eltîlfîzîun,

(wwiw.arabfilimtvischool.edu.eg).

[8]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, h.b., r. 24- 25.

[9]Elsêban Mona (Dr), malperê: elakadimye eleribî ye lilsînema wa eltîlfîzîun.

[10]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, h.b., r. 26.

[11]Heman jêder, r. 26.

[12]Heman jêder, r. 27.

[13]Elsêban Mona (Dr ), malperê: elakadimye eleribî ye lilsînema wa eltîlfîzîun.

[14]Hemdawî Camîl (Dr), Keyfe tiktb alsînariyo alsînmaî?, 13/8/2007.

[15]Adiryan Brunil, sînariyo alfilm alsînmaî, tircime: Mustefa Muherem , Menşurat wezare alisqafe – Dimeşq, altibe alawlî, 2007, R39.

[16]Adiryan Brunil, Heman jêder, r. l40.

[17]Sid fild, el sînariyo, tircime: Muhemed Samî, dar almamun liltircme wa elnişr, Bixdad, 1989, R201.

[18]Malperê:(http://www.moqatel.com/openshare/Behoth/Fenon-Elam/senario1/SEC32.DOC_cvt.htm). Al mebhis el xamis waleşrun/ kîtabe el sînariyo

[19]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, Fen kîtabe el sînariyo,, R 30- 31.

[20]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed,, heman jêder,Rl30.

[21]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, heman jêder, R31- 32.

[22]Elsêban Mona (Dr ), malperê: elakadimye eleribî ye lilsînema wa eltîlfîzîun.

[23]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, Fen kîtabe el sînariyo, R23.

[24]Rebe, Raîd Muhemed/ Salih, Akaşe Muhemed, Heman jêder,R l33.

[25]Elsêban Mona (Dr ), malperê: elakadimye eleribî ye lilsînema wa eltîlfîzîun.

[26]Elsêban Mona (Dr ), Heman jêder.

[27]Xeyrî, Muhemed, Sînariyo, wergêran: Gulî ,Masud, dezgehê spîrêz yê çap û weşanê, çapxana Xanî, Dihuk, çapa êkê, 2007, R18.

[28]Xeyrî, Muhemed, Sînariyo, wergêran: Gulî ,Masud , R 18-19.

[29]Xeyrî, Muhemed, Heman jêder, Rl20.

[30]Xeyrî, Muhemed, Heman jêder,Rl21.

[31]Cuzîf / Harî Fîldman, dînami ye alfilm, tircime: Qinawî, Mohemed Ebduliftah, elheîe al Misrî ye elame lilktab e , 1996.R9-10.

[32]Yusif Aqîl Mehdî,(Dr ), cazbye alsure alsînmay ye, (drase fî cemalyat alsînma), dar alktab alcidîde alimtihde, Beyrut- Libnan, t1, 2001, R (99-100).

[33]Luey Dî Cantînî, Fehim alsînma, (elsînma wa eladeb), tircime: cihfir Elî, alimkitbe alsînmaye, merakiş, 1993, R14.

[34]Mohemed Xeîrî, Sînariyo, wergêran: Masud Gulî,R36-37.

[35]Mohemed Xeîrî, Heman jêder, Rl37.

[36]Xeyrî, Muhemed, Sînariyo, wergêran: Gulî ,Masud,R (43-44)

[37]Malperê: https://www.yabeyrouth.com/3823-%D8%A7%D9%84%D8%B3%D9%8A%D9%86%D8%A7%D8%B1%D9%8A%D9%88.

[38]Adiryan Brunil, sînariyo alfilm alsînmaî, tircime: Mustefa Muherem , Menşurat wezare alisqafe – Dimeşq, altibe alawlî, 2007,R(21-22).

5/5 - (2 صوتين)

المركز الديمقراطى العربى

المركز الديمقراطي العربي مؤسسة مستقلة تعمل فى اطار البحث العلمى والتحليلى فى القضايا الاستراتيجية والسياسية والاقتصادية، ويهدف بشكل اساسى الى دراسة القضايا العربية وانماط التفاعل بين الدول العربية حكومات وشعوبا ومنظمات غير حكومية.

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى